Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eger hûn navê xwediyê vî wêneyî nas dikin? (Konê Reş)

14:53 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2014

Ew di sala 1883an de li Stenbolê çêbûye, di sala 193’an de li Parîsê koça dawî kiriye. Di salên şerê cîhanî a yekemîn de rojnameyek li Qahîre bi navê Kurdistan weşandiye. Di sala 1919 û1920’an de, bi hunera wî, bira û kurdperwerên kurd yên bi rûmet Şerîf Paşa wek nûnerê kurdan şandine kongreyê Sîverê.
Di sala 1923an de ji ber zora Kemalîstan di gel bavê xwe li Qahîre akincî bûye. Di sala 1927’an de kar û xebateke zor mezin di avakirina (Komela Xoybûnê) de kiriye û di ber de çûye Amerîka. Li Amerîka, bajarê Fîladelfiya şaxekî komela Xoybûnê di nav Kurd û Ermenên Amerîka de avakiriye. Lê vegerê 15 rojan li Romayê bûye mêhvanê Mosolînî.
Li Fîladelfiya pirtûkek bi navê (The Kase of Kurdistan Against Turkey), bi zimanê Îngiîzî weşandiye. Vê paşiyê Omer Wecdî Şêxê Rîwaqa Kurdan li zanîngeha Ezherê wergerandiye bo zimanê erebî di bin navê (Kêşeya Kurdî) de û di bin naznavê wî (Dr. Beleç Şêrgo) de.

Gelo we navê xwediyê vî wêneyî naskir an na?

Ji bo yên ku nas nekiribin dibêjim; ew mîr Sûreya Alî Bedirxan e. Birayê mezin yê Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan e. Hem jî bi van navan hatiye naskirin: Ahmed Azîzî, Dr. Beleç Şêrgo, Ahmed Sûreya Bedirxan.