Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Mekteba Qur’an, li bajarê Bukanê, dikeve ber êrîşa kesên nenas

16:29 - 12 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Nasir Eliyar,yek ji endamên mekteba Qur’anê,li bajarê Bukanê ji aliyî kesên nenas ve dikeve ber kut û lêdanê, û bi dijwarî birîndar dibe.

Li gor rapora gehiştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê,roja Sêşemî rêkewt 20’ê Rezbera 1395’an ya Rojî, endamekî mekteba Qur’anê, bi navê ‘’Nasir Eliyar’’ ku piştî bidawîhatina nimêja Eşayê, di rêya mizgevtê bo mala xwe de, dikeve ber êrîşa kesên nenas, û bi dijwarî birîndar dibe.

Li gor vê raporê,navbirî ji aliyê kesekî ku xelkê bajarê Mehabadê ye, û endamekî “besîcê fe’al” (besîcê çalak) yên rêjîmê ye,dikeve ber êrîşê. Ew endamê mekteba qur’anê, bi sedema kûrbûna birînê, niha li jêr destê nojdaran de ye, û neştergeriya “dest û made” (gede, me’de) û jê rê tê kirin.

Herwisa li gor wê raporê, hêzên Îdareya Îtila’ata rêjîmê, bi cil û bergên asayî,di nava xelkê de digerin, û kesên çalak ên siyasî û sivîl destbiser dikin.

Rewşa ewlehî û asiyşa herêmên Rojhilata Kurdistanê, ji aliyê dem û dezgehên nizamî (eskerî) ên rêjîma Îranê ve bi tundî hatiye mîlîtarîzekirin, û bi tundî hatûçûna hevwelatiyên Kurd dixin bin çavdêriyê de.