Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrişek terorîstî bo ser Kamapa Mucahidîn hat kirin

14:58 - 9 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Li dijî wargeha penaberên kempa Lêbirtî(Azad) paytext li Bexdaya Iraqê êrîşa bi hawan û obîsan pêk hat. Hate ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 6 kes mirine.


Li gorî nûçeya ANF’ê, di sateên serê sibê de li hemberî wargeha muxalifên Îranê ya Endamên rêxistina Mucahîtên Gel lê dimînin, êrîşa bi hawan û obîsan pêk hat. Li gorî agahiyên ku Konseya Netewî ya Berxwedana Îranê (CNRI) ya li sirgûnê ku navenda wê li Fransayê ye dane, herî kêm 35 obîs û hawan li wargeha bi navê Lîberty ya li ser nîv kîlometreyê bicih bûye, ketine.
Herî kêm 50 kes jî birîndar bûn

Hate ragihandin ku di vê êrîşê de jinek jî di nav de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane Pûran Necefî, Yehya Nazarî, Ekber Ezîzî, Mustefa Xurawî, Mehdî Ebed û Hadî Şafî ne. Ji ber ku rewşa hinek kesên birîndar girane, fikar heye ku hêjmara miriyan zêde bibe. Her wiha  li gorî CNRI’yê ji bo hilgirtina birîndaran tu ambulans yan jî alîkarî negihane wargehê. Ji ber ku jeneratora dîspanserîna tenduristiyê ya Îraqî jî bûye hedefa êrîşê, ceyran qut bûye.
Penaber hatine hepskirin

Ev salek e hikumeta Iraqê ji Wargeha Eşref 3 hezar û 100 penaber anîne vê wargehê. Lê belê Wargeha Lîberty ya tê diyarkirin penaber tê de heps kirine, 80 qat ji Wargeha Eşrefiye biçûktir e. Penaberên Wargeha Eşrefiyeyê di 25’ê Cotmeha 2011’an de di çarçoveya hevpeymanekî di navbera Îraq û NY de birin wargeha Lîberty. Tê gotin ku, ji bo van penaberan ji Îraqê derxînin ev pêngava dawî bû. Ji xwe gelek caran radestkirina van penaberan hatibû rojevê.