Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ez sê rojên bi Qasimlo ra li buhuştê bûm…

21:08 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2017

Têmûrê Xelîl

Bira hêzeke esmanî behsa serxwebûna Kurdistanê bigihîne Qasimloyê ezîz!

Berî 28 salan lehengê gelê Kurdistanê Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê rêjîma hov a Îranê şehîd bûn. Ev nivîsa min derheqa hevdîtina min bi Qasimlo û xanima wî ra ne, ku sala 1974`an li Pragê bû.

Berî çend salan, di şahîya 25 salîya pîrozkirina Înstîtûta Kurdî ya Parîsê da, camêrekî ji Kurdistana Îranê bi navê Abdullahî ber bi min hat û got: “ Xanimek dibêje, ku reng û rûyên te bi wê ra gelekî nas e, lê ne di bîra wê da ye ka we li ku hev dîtîye ”.

Min jê pirsî, navê wê çi ye, got navê wê Nesrîn e.

Min tu xanimeke bi navê Nesrîn nas nedikir.

Ez nêzîkî wê bûm û min destên xwe danê, min dît ku ew “ Hêlên ” a xanima Ebdurehman Qasimlo ye, ku bi kurdî jê ra dibêjin “ Nesrîn ”, û me berî 35 salan, sala 197`4an li Pragê hev dîtibû.

Me hevdu demeke dirêj hembêz kir û te qey digot hesreta 35 salan ji hev hildida… Evê hevdîtina bi wê xanima delal ra ez 35 salan ber bi xortanîya min paşda birim… Min lezeteke baş ji wan bîranînan dît û bi hêvî me hûn jî bibînin.
Sala 1974`an bû, û ez nû zewicîbûm. Min dixwest bi xanima xwe ra derkevim welatekî Ewrupayê seyranê. Lê ji ber ku wan salan gera ber bi Ewrupayê ji bo bineciyên Sovyeta berê hema bêje qedexe bû, lê dîsa jî hinek rê hebûn di komikeke tûrîstîyê da herine welatên sosyalîstî yên li Ewrupayê û em li wan riyan gerîyan.

Ji ber ku bavê min û diya min sala 1971`ê bi vexwendina serokatiya kovara “Problêmên aştiyê û sosyalîzmê” çûbûne Çêkoslovakîyayê, û li wir hinek kurd dîtibûn, wek xudanê miqamê sirûda kurdî “Ey Reqîb” Qadir Dîlan û yên din, me jî biryar kir herine wî welatî.

Em ketine nava komeke tûrîstîyê ya gencan, me berê xwe da Çêkoslovakîyayê û bajarê pêşin, ku em lê hêwirîn, paytextê Slovakîyayê – Bratîslava bû. Çimkî koma me ya gencan bû, em nebirine mêvanxaneyê, lê di xaniyên xwendkarên welatên dereke da bi cî kirin. Min ji reng û rûyê kesên wî xaniyî diman texmîn kir, ku li vir gereke kurd jî hebin.

Îdî şev bû. Ez berjêrî hewşê bûm, min dît xortek û keçek rûniştine, ketine sohbetê. Nizanim çima, min got qey ew ereb e.

Min biryar kir ez nêzîkî wî bibim, pirsa kurdan jê bikim, ka li vî xanîyî kurd hene, an na? Îcar ne ez erebî û çêkî zanim, ne jî ew ermenî û rûsî zane.

Min hema yekser jê pirsî:
-Ereb?
Ewî bersîva min da, got:
-Ereb!
Min jê pirsî:
-Kurd, kurd, ekrad?
Got:
- Ez kurd im!

Wek dibêjin, bîna min ber min da hat, me hinekî sohbet kir, paşê gote min, ku li wî xanîyî 17 kurd hene û Komela xwendkarên Kurd li Çêkoslovakîyayê jî li wir e.

Hema wê êvarê min piraniya kurdên wira nas kirin, û sê rojan ez û xanima xwe li wir man, em hema bêje bi komê ra nediçûne gerê û her bi kurdên me ra digerîyan.

Roja, ku emê ji Bratîslavîyayê biçûne Pragê, serokê Komelê doktor Xelîl Îbrahîm hejmara têlêfona kurdekî Pragê ser kaxez nivîsî, da min û got, ku ez ji navê wî jê ra têlêfon bikim, eger firsend hebe, wî bibînim.

Me xatirê xwe ji kurdên Bratîslavîyayê xwest, em hatne Pragê, min kaxeza heval derxist, ku navê wî camêrî û têlêfona wî bizanibim, ku jê ra têlê xim.

Ser kaxez navê wî camêrî bû: Ebdurehman Qasimlo

Min jî digot qey hevalekî wek wan e.Bi wê fikirê min jê ra têlê xist. Xanimekê hilda û navê xwe da: Hêlên.

Wê bi soranî bersîva min da, lê gava ji min pê hesîya ku ez ji Sovyetê me û kurmancî dipeyîvim, bersîva min kurmancî da û got, ku mixabin Ebdurehman Qasimlo niha ne li mal e, lê hema hat wê jê ra bêje. Ji ber ku li Pragê jî em li xaniyê xwendkaran diman û têlêfona me tunebû, min navnîşana xanî û hejmara odeya me dayê.

Piştî du demjimêran (se`etan) Ebdurehman Qasimlo û Hêlêna xanim hatine mêvaniya me.

Min texmîn kir, ku evana ne wek hevalên di çaxê me ra nin, û rengê Ewropiyan zêde li wan dikeve, û merivne maqûl in.

Em hinekî bi otomobîla wan ya Fîata Polonîya di nav bajêr da gerîyan, em pê hesîyan, ku herdu jî mamostayê Unîvêrsîtêtê ne. Rojtira dinê em bûne mêvanê mala wan.

Li wir E. Qasimlo pirtûka xwe ya “Kurd û Kurdistan” ya bi soranî û tebaxeke kevinare ya bi destan neqişandî (ew heta niha jî di odeya me da, li cîkî ber çavan e) pêşkêşî me kir, û piştî ger û hevdîtina sê rojan, me xatirê xwe ji hev xwast, bi barek hesret di dilê me da, berê xwe da welatê xwe – Ermenîstanê.

Ji ber ku em sê rojan ser hev bi hev ra bûn, min wisa texmîn kir, ku wana jî ji me hiz kir.

Em hatine Rewanê, min derheqa rasthatina xwe û E. Qasimlo û xanima wî da ji hemûyan ra got, di nav wan da ji karmendên rojnameya “Rya teze” jî.

Wan jî got: kê zane ew kê bûne? Min wî çaxî nizanibû, ku ew Qasimloyê Mezin e, ku piştî Pragê bi neferên malê va cîguhêzî Fransîyayê bûne, ku sêkrêtarê sereke yê PDK Îranê ye, ku Parîs hîştiye, û ji bo gelê xwe ketiye çiyayên Kurdistanê, ku li rex pêşmergeyên xwe yên qehreman be.

Ne kurdên Çêkoslovakîyayê, ne jî wana bi xwe derheqa siyasetmedariya Qasimloyê mezin da, tu tişt ji me ra negot.

Belkî jî difikirîn: Kurd in, ser çavên me hatine, lê kê zane, belkî ne ji bo xêrê hatine, belkî hinekan ew şandine bal me. Em paşê, sala 1979`an serva çûn, ku em rastî kê hatine, gava hemû rojnameyên Sovyeta berê yên bi nav û deng derheqa şorişa Îranê û berxwedan û mêrxasîya kurdan ya bi serokatîya Ebdurehman Qasimlo da dinivîsîn.

Ew înformasyon ji rojnameya “Riya teze” ra jî dihat şandin û ji ber ku di rûsî da herfên E û Q tunene, bi rûsî wek A. Kasîmlo dihate nivîsandin.

Li wir kete bîra xebatkarên rojnamê, ku min berî 4 salan behsa wî camêrî ji wan ra kirîye û navê wî rast nivîsandin – E. Qasimlo.

Sala 1989`an bû.

Ez, xanima xwe û herdu keçên xwe ji Rewanê li trênê siwar bûn û me berê xwe da Moskowayê, bona çend rojan serhêsa bin û kêfa xwe bikin.

Li ser sînorê Gurcistanê Abxazîyayê trêna me çend sehetan sekinî. Ji me ra gotin, ku di navbera gurcan û abxazan da şer derketîye, em dibe çend sehetan, heta çend rojan jî li vir bin, heta şer dibetile.

Rojtira dinê ez ji betalîyê çûm bajêr bona rojnameyan bikirim, haj ji hal û wextê dinyayê hebim.

Di rojnameya “Îzvêstîya” da min xwend, ku serekê kurdên Kurdistana Îranê Ebdurehman Qasimlo bi destê çeteyan li Austrîyayê hatiye kuştin.

Piştî rojekê ji me ra gotin, ku trêna me ji dest şerê berdewam nikare berê xwe bide Moskowayê, û gerekê vegere Rewanê. Em vegeriyan.

Di rê da ez difikirîm: Hêzeke xurt û ne dîyar biryar kiriye û dibêje, ku ne wextê kêfê ye, hûn gerekê vegerin mala xwe…

Di wêne da: Qasimlo di sala 1950`î da, dema li Pragê xwendkar bû, wêneyê xwe bi du keçan ra girtîye, ku di paşdemê da, a ser milê çepê bû, xanima wî û hevala wî a jîyana evînî û sîyasî bû.

Çavkanî: Riataza