Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ferhenga Metelî Zagros wê bê weşandin

15:11 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Pirtûka Ferhenga Metelî Zagros ku hilgirê yek hezar têgeh û metelokan e, ji aliyê zankoya azad ve tê çapkirin.

Li gora raporên belavkirî, ew pirtûk bi zimanên Îngilîzî, Farsî û Kurdî tê çapkirin, û wekî du wahidên dersî, wê di zankoyê de bê dersdayîn.

Ew ferheng di du qonaxên kardanî û karnasî de, wê bihê xwendin. Ew ferheng ji aliyê Ebdullah Ebdullahzade û Dr. Peyman Rezwanî ve hatiye komkirin, û ji aliyê Dr. Îbrahîm Îsma`îlpûr û Dr. Îsma`îl Mistefazade û Qerenî Emînpûr ve pêdaçûn hatiye kirin.

Herwisa ew pirtûk ji aliyê heyeta zanistî ya zankoya azad ya Bokanê ve hatiye erêkirin.