Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ferîde Husênzade: “Dema ku ez ji girtîgehê derketim, min rû li PDKÎ kir, û tevlî refên vê hizbê bûm”

23:55 - 4 Şibat 2017

H: Arif Vêlzî

Jiyana pêşmergatiyê, gellek êş û zehmetiyên xwe hene, û ji xwe mezinahiya navê pêşmerge û hezkirina ji pêşmerge ji wê tê, ku ew kesekî cudatir e ji kesên din, lewra ew hezkirin jê re çêdibe. Lewra yên ku vê riyê ji xwe re hildibjêrin û dev ji xweşiyên jiyanê berdidin, navê wan diçe nava rûpelên zêrîn ên dîrokê de, û ew dibe kesekî ebedî, û şehîdbûn jî ne tenê nikare navê wî/ê ji bîr bibe, belkû tenê bi ceste namîne, lê ew kes, nave wî/ê bo heta-heta dimîne.

Di vê navberê de, ew kes hekî ji regeza jin be, çend qat zêdetir tê hezkirin, jiber ku zehmetiyên şoreşê li ser milên wê çend qat zêdetir ji regeza mêran giraniyê dike. Belê di dîroka çend sal xebat û tekoşîna PDKÎ de, kêm nînin ew keç û jinên fîdakar û leheng ku çeka pîroz ya pêşmergatiyê hilgirtine, û mil bi milên mêran di destanrêsiyan de beşdar bûne, û ji gel û welatê xwe re serkevtinên mezin tomar kirine.

Belê yek ji wan jinên şoreşger, jinek e bi navê Ferîde Husênzade, ku xweşiyên jiyanê bi cih hêlane, û bi salan wekî teşkîlata nepenî karê rêkxistinî kiriye, û li ser vî karê pîroz û bizehmet ketiye girtîgehê de jî. Piştre jî rû li derveyî welat kiriye, da ku li wir jî bi zarokên xwe re xizmeta gel û nîştiman bike.

Ferîde Husênzade, bi vî rengî di hevpeyvîna bi rojnameya Agirî re xwe dide nasandin: “Ez Ferîde Husênzade, keça Xefûr di sala 1337`an a Rojî li bajarê Seqizê ji dayîk bûme. Di sala 1359`an a Rojî de, dema ku birayê min ê pêşmerge Mihemed Husênzade li Bokanê bû, min pêwendî bi PDKÎ ve girt, û karê min ê teşkîlatî dest pê kir.

Min di sala 1352`an de jiyana hevbeş pêk anî. Berhema wê jî, pênc kur û keçek in. Kurê min ê mezin bi qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da. Navên keça min çinûr e, û kurên min jî navên wan ew in: Ehwen, Hêmin, Omîd, Aso”.

Ferîde Husênzade derheq eleqedariya xwe bi PDKÎ re weha dibêje: “Birayê min yê şehîd, daxwaz ji min kir ku hekî ez şehîd bûm, û Kurdistan rizgar nebû, bi destên xwe, du zarokên xwe bo domandina xebata pêşmergatiyê tevlî nava refên pêşmergeyên PDKÎ bike, min jî li ser daxwaza birayê xwe, du zarokên xwe, bi navên Çinûr û Hêmin, radestî PDKÎ kirin. Piştî salekê mana min di girtîgehê de, ez û kurê xwe yê mezin jî, di dawiya sala 1379`an de, em tevlî nava refên PDKÎ bûn, û me çeka pêşmergatiyê hilgirt. Dûrbûna min ji her du zarokên min, Omîd û Aso di pêxema PDKÎ de bû”.

Ferîde Husênzade ew jina xebatkar bi vî rengî peyamê ji jinên Rojhilata Kurdistanê re dişîne:
“Peyama min rû li jinên Kurd ew e ku, dibêjim ey keç û jin û dayîkên Kurd ên kolneder, dijminşikên bên, û zarokan bi başî perwerde bikin, û wan hîn bikin ku ji nîştiman û xaka xwe hez bikin, û wê yekê digel tu xweşiyeke din, neguherin, wekî polayê bin, xweragir bin,heya rizgariya Kurdistanê ji destê dijminê gelê me”.