Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlê Emerîkî bi ser ket tirs bi Hirçê Rûsî ket!

21:15 - 20 Çirriya paşîn 2016

Lazgîn dêrûnî

Wek ku em dizanin du partiyên sereke di Emrîka de hene, yek Partiya Demokrat û ya din Partiya Komarî, ev herdu partiyên han hevrikiyeke dijwar di navbera wan de ji bo desthilatê heye, û şensê wan ne dûrî hev e.

Di vê derbarê de, carna Demokrat bi ser dikevin, û carna Cimhûrî bi ser dikevin, lê cudahiyek xuyayî di navbera her du partiyan de heye, di siyaseta ji derve de, dibêjin Partiya Demokrat ya Kevokan e (aştiyane), û dibêjin Partiya Cimhûrî ya Bazan e (cengane

Piştî şerê cîhanî yê duyemîn du hevbendî yên sereke pêk hatin, yek hevbendiya Nato bi seroktiya Emerîka ya din hevbendiya Warşo bi serokatiya Yekîtiya Sovyetê, û herdu hevbendî ketine hevrikiyekê, ku jê re digotin şerê sar, wî şerî berdewam kir, heta sala 1985’an, dema serokatiya Ronald Rêgin yê ji aliyê Partiya Cimhûrî ve, ku zexteke mezin li hevbendiya Warşo kir, û bi teybetî li Yekîtiya Sovyetê di dema Gorbaçov de, û ew di sala 1991’an de hete rûxandin, û rola wê lawaz kir di cîhanê de, û şerê sar bi dawî bû, ku Emerîka bû hêz û aliyê yekemîn di cîhanê de,vê yekê gellek pirsgirêk di cîhanê de guhertin û bi teybetî di Rojhilata Navîn de, yek ji wan derxistina Sedam ji Kuweytê di dema Corc Boş yê bav de, û dorpêçkirina Rijîma Be’s, lê piştî ku Bîl Kilînton yê Demokrat hat, dîsa sistayî di vê derbarê de kir heta dema Corc Boş yê kur yê Cimhûrî hat, û biryara rûxandina rijîma Sedam da, û ew ji kokê birî bê ku Rûsya karibe li hember raweste, û pirojeya Rojhilata Navîn ya nû danî ,lê mixabin piştî ku dîsa partiya Demokrat bi ser ket, û Barak Obama bû serokê Emerîka dîsa sistayî kete siyaseta Emerîka ya ji derve de, û hêza xwe ji Îraqê vekişand, û destê El Qa’îde lê berda.

Piştî bihara Erebî dest pê kir, Emerîka bi rola xwe wek dewletek bihêz nerabû, ji vê yekê hin bi hin Rûsiya rola xwe xurt kir, û bi teybetî di nava Sûrî de, û bû weke dagîrker û bi top û firokê xwe gelê Sûrî dikuje, ev bû şeş salê temam, bê ku Emerîka karibe li hemberî wê raweste, ew Emerîka ku hêza yekemîn di cîhanê de çawa îro nikariye biryareke xurt û hişk di derbarê rijîmeke wek ya Sûrî de bistîne.

Îro piştî ku dîsa Partiya Cimhûrî bi serket, û Tiramp bû serokê Emerîka, tirs bi Rûsya ket û wê sed hesabî bike, û wê gellek heseb û pirsgirêk werin guhertin, bi teybetî di Rojhilata Navîn û Sûrya û Îraqê, û gellek dewletên din de, wek Îran û Tirkiye û hin dewletên Erebî yên ku piştgirtiya gurûpên terorîst dikin .