Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma Merdan di Festîvala navneteweyî a fîlama “Mêrdînê” de hate nîşan dan

20:09 - 21 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Fîlma Sînemayî a “Merdan” bi berhevkirina “Betîn Qubadî” di dehemîn gera Fistîvala navnateweyî ya fîlma “Mêrdîn”ê di Bakûra Kurdistanê de hate nîşandan.

Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, fîlma sînemayî a bi navê “Merdan” yekem berhema dirêj ya sînemakarê Kurd “Betîn Qubadî”, fîlma hilbijartî ya welatê Îraqê, di 87’emîn gera rêûresma xelata Sînemaya akadimî ya Oskarê di sala 2015’an de, ku bi nûnerayetiya herêma Kurdistanê û amadebûna “Betîn Qubadî”û herwiha “Feyaz Doman” û “Îsma’îl Zagros” du lîstêkvanên serekî yên vê fîlmê, di dû sikansên cuda de, di navbera dehmîn gera fistîvala navneteweyî ya fîlma “Mêrdîn”ê li ser perdeyên Sînemayê hate nîşandan.

Ev fistîvala bi nîşandana 25 fîlman li welatên wek Tirkiye, Mîsir, Îraq, Îran û Herêma Kurdistanê di rojên 12 heya 20’ê Çiriya Paşîn a 2015’an, li bajarê Mêrdîn a Bakûra Kurdistanê bi rê ve çû.

Fîlma sînemayî a “Merdan” di duyemîn gera beşdariya xwe li rojên 12 heya 16’ê Çiriya Paşîn a 2015’an,li beşa “Sînemaya Cîhanê” di 37’emîn gera festîvala navneteweyî a fîlma “Mill Valley” li bajarê Rafê’îl a herêma Kalîforniya a welatê Amerîka hate nîşandan.

Ev festîvala bi nîşandana 200 fîlman ji sînemakarên 50 welatên cîhanê di çend beşên cur bi cur de, wekî: “Sînemaya cîhan”, Sînemaya Amerîka, Sînemaya Dikomintarî, Festîvala fîlma Zarokan, beşên fîlmên Kurt, beşên sînemaya çalak û herwiha çendîn beşên din li bajarê Rafê’îl li Kalîforniya a Amerîkayê bi rê ve çû.