Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelil bo yekem li Munîha Almanya

13:43 - 18 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Filma „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“, xelata yekem a festîvala sînema li bajarê Munîha Almaniya di beşê «sînema Alman» de stand.


Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia,Filmê derhinêrê kurd Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“, xelata yekem a festîvala sînema li bajarê Munîha Almaniya di beşê «sînema Alman» de stand. Di vê pêşberkê de 10 fîlm ji bo xelata mezin hatibun hilbijartin. Festîval di rojên 8-15 Gulanê de li dar ket.
Film çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».
Film roja 6 Hizêranê 2013 derbasî sînema dibe.