Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fînlend/ Civîneke hevpar di navbera partiyên Kurdistana Îranê û Îraqê de

15:55 - 25 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Du partiyên Kurdistana Rojhelat ligel du partiyên Kurdistana Başûr, li Fînlendê lihev civiyan.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 21’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an,Nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ,Komeleya Kurdistana Îranê, Yeketiya Nîşimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê, di bajarê Hilsinkî ê Fînlendê de, civîneke hevpar pêkanîn.

Di wê rûniştinê de, pirsên sereke yên îro li Kurdistanê ketin ber bas û nîqaşan û herwisa derheq bi peywendiyên berdewam, di navbera partiyên Kurd û partiyên siyasî yên Fînlendê de tekez hat kirin.

Di berdewamiya civînê de, nûnerên partiyên navbirî, ku nûnerayetiya partiya xwe di nav partiyên alîkar yên Kurdistanî li Fînlendê jî bi stûyê wane, derbareya bername û pirogiramên Komîteyê, rewşa komîteya alîkar û herwisa biryar dayina wê dawiyê ku civînekê navbera partiyên Kurdî yên endam de, birêve bibin, bas û nîqaş kirin.