Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gireva bajar, dengê bihêz ê çiya ye

14:20 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kerîm Perwîzî

Xebata Kurd di pêxema gihîştina bi rizgarî û azadiyê, û bidestvegirtina qedera xwe, dehan û heya sedan sal e ku dom heye, û di beşên curbicur ên Kurdostanê de, û di kêliyên curbicur ên dîrokî de, bi awayên curbicur dom heye.

Di vê xebata dûr û dirêj ya Kurd de, ku tejî ye ji evraz û nişîv û tejî ye ji şikest û serkevtin, û tejî ye ji xem û kovan û serfirazî, rêkar û riyên curbicur berçav hatine girtin, da ku neteweya Kurd bigihîje armancên xwe.

Di pêvajoya xebata dûr û dirêj ya Kurd de, ku tejî ye ji evraz û nişîv, û tejî ye ji şikest û serkevtin, hemû şêwazeke xebatê ceribandine.

Gotineke carr di nava edebiyata şoreşgerên Kurd de heye, ku bi derbazbûna demê çûye nava edebiyata gel de, û bûye tişteke carr di nav xelkê de, ku dibêjin Kurdan tenê yek dost û palpişt hene, ku ew jî çiyayên Kurdistanê ne.

Ew ceribandina tal ji van bûyerên dîrokî ve çavkanî digre, ku di hemû beşên Kurdistanê de, şoreşgerên Kurd seba vê ku bê dost û piştevan mane, û heya ên ku îdiaya dostatiya gelan jî kirine, pişta wan berdane, dubare û çendbare hawara xwe birine ber çiyayên Kurdistanê, da ku rêbaza xebatê zindî ragirin, û çiya bûye remza berxwedanê.

Niha û piştî dehan salî, ceribandina tal û şîrîn ya xebata Kurd, Kurdistan bi giştî û Kurdistana Rojhilata bi taybetî dibe gihabin vê baweriyê, ku rast e çiya sembol e bo xweragirî û berxwedanê, lê bi pêşkevtina cîhanê, û bi mezinbûna bajarên Kurdistanê, û bi guherînkariyên bingehîn di nava civaka cîhanî û herêmî û civaka Kurdistanê de, êdî dema vê hatiye ku bajar bibe nawenda guherînkariyan di Kurdistanê de, û ji bajar ve xelk xebata xwe çirrtir bikin, bona bidestvegirtina qedera xwe, jiberku ji aliyekî ve bajar û civaka Kurdistanê di bajar de, xala lawaz ya rejîma serkutkar e, û di hember de jî, bajar paşekêşe dike, û ji aliyekî din ve, Kurdistan û xebata neteweyî –demokratîk ya Kurd piştevaneke din dîtiye, ku ew jî civaka akincî di bajar bixwe de ye.

Lê di vê navberê de, çiya ne tenê dengê jibîrkirî nabe, belku çiyayê xweragir, û sembola xebat û berdewamiya berxwedanê, dengvedana xwe, di bajar de dibihîse, û bajarên Kurdistanê bi gireva xwe, dibe dengê bihêz ê çiya.