Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiya siyasî ya Kurd “Sefye Sadiqî” di rewşek nebaş de ye

21:30 - 30 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Girtiya siyasî a Kurd ya bi navê “Sefye Sadiqî” ku di girtîgeha nawendî a bajarê Sinê de hatiye ragirtin, nesax e û rewşa tendirustiya wê roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe.

Li gorî raporên ku gehiştiye destê malpera Kurdistanmedia yê, jina Kurd a bi navê “Sefiyê Sadiqî” ya temen 26 salî û xelkê bajarê “Selmas” a ser parêzgeha Urimiyê, ku heyamê 5 salane di girtîgeha bajarê Sinê de hatiye binçavkirin, bi sedema rewşa nebaş a girtîgehê, tûşî çendîn nesaxiyên gitran ên weke Gurçik û nesaxiya Dil bûye û, di rewşek pir xirab de şev û rojên xwe derbaz dike.

“Sefiyê Sadiqî” bi tometa têkirlî tevî yek ji Partiyên siyasî yên dijberî rejîma Îranê, di sala 2010’an de, ji aliyê hêzên ser bi rejîmê ve hatiye binçavkirin.

Hêjayê gotinêye ku heyanî niha “Sefiyê Sadiqî” çendîn caran bona çareseriya nesaxiyên xwe daxwaz ji berpirsyarên girtîgehê kiriye da ku rê bidin here nexweşxaneyên derveyî girtîgehê, lê heya niha tu bersivek ji dawxazên wê re nehatiye dayîn.

Eva di demekî de ye ku pizîşkê girtîgehê ragehandiye ku hekî navbirî bona çareseriyê neçe nexweşxaneyên li derveyî girtîgehê, egera vê yekê heye ku her du gurçikên xwe jidest bide.

Hevdem li gorî rapora çalakvanên mafê mirovan ên Îranê, roja Duşemiyê berwarê25’ê Çileya paşîn a 2016’an, 4 girtiyên Sunî ku hêj sedema girtina wan nediyar e, piştî derbazkirina 3’ê heyv lêpirsînê, bo Îdareya Îtla’ata Urmiyê û pişt re jî bo girtîgeha nawendî a bajarê Urmiyê hatin veguhiztin.