Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek siyasî yê Kurd bo girtîgeha bajarê Meraxê hat veguhastin

12:56 - 12 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Kamiran Rehîmî girtiyek siyasî yê Kurd li girtîgeha nawenda bajarê Sinê bo girtîgeha bajarê Meraxê hat veguhastin.

Kamiran Rehîmî yek sal berî niha bi sûça alîkarî li gel partiyên siyasî bi 3 salan hat mehkûm kirin.
Ajansa nûçegehaniya Mukriyan bilav kir, ev hevwelatiye paş derbas bûna yek sal ji hukma vî bo girtîgeha bajarê Meraxê hat veguhastin.
Çend roj berî niha 2 zîndaniyên Kurd li girtîgeha bajarê Sinê bi navên “Wiriya Xusrewî û Ekber Gewêlî” bo girtîgeha “Sunqur” li Kirmanşanê hatin veguhastin.
Wiriya Xusrewî bi sûça hevkarî li gel partiyên Kurdî ji aliyê dozgeriya Înqilaba Îslamî a bajarê Sinê bi 3 salan zîndan û Ekber Gewêlî bi sûça hewldan bi tenahiya neteweî bi 2 salan zîndan hatin mehkum kirin.