Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd paş 17 sal zîndan, ji mafê mirexesiyê bêpar bû

19:18 - 23 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Zîndaniyekî siyasî yê Kurd bi navê “Welî Dirûdî” piştî 17 sal ji derbas bûna hukma wî, îzna mirexesiyê nedanê.

Nûçegihaniya “Hirana” bilav kir, ew girtiyê siyasî yê Kurd pêştir li hêza deryayî ya arteşa rejîma Îranê de bû, li dehika 60’an a Rojî bi sûça alîkarî kirin tevî partiyên Kurdî yê dijberî rejîma Îslamiya Îranê hat destbiser kirin û heya sala 1372’a Rojî li girtîgehê de ragirtin.
Welî Drûdî sala 1357’a Rojî bo carek din li Kurdistanê de hat girtin û wê carê bi zîndana heta hetayî û dûrxistin bo girtîgeha Yezdê hat mehkûm kirin û a niha piştî derbas bûna 17 sal ji derbas bûna huknê wî, ji mafê mirexesiyê bêpar e.