Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd serbarî qetandina cizayê xwe, îzna berdana vî nahêdan

13:48 - 31 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: girtiyekî siyasî ê Kurd serbarî tewaw kirina hûkmê 20sal zîndan,ê’ îzna berdan vî ji alîyê berpirsyarên zîndana Urmîyê nayê dan.
Berpirsyarên girtixana Urmiyê serbarî tewaw bûna hûkmê Elî Sadiqî, pêş ji serbest berdana ev girtiyê siyasî yê Kurd girtine.
Nûçegihaniya Hirana,ê bilev kir, berpirsên girtixana Urmîyê regehandine ku li Îdara Îttilatê hûkma berdana Elî Sadiqî nehatiye dan û jiber vê yekê nav hatî nayê berdan.

20 sal berî niha Elî Sadiqî bi sûçê endametî di Partiyekî Kurdî a dijberî rejîma Îslamî a Îranê hatibû girtin û biryar bû di meha Çileya Pêşîn a 2012’an de serbest bihê berdan.
Girtiyê han niha di benda 12’ê a girtixana Urmiyê deye.

Berê jî Sebah Hûsêyn Penahî çalakvanê siyasî yê Kurd serbarî tewaw bûna hûkmê vî,ji alîyê berpirsên girtixana bajarê Qurwê, îzna berdana navhatî nedabûn.

Berwara 8’ê Çileya Paşîn a 2012’an de Sebah Hûsêyn Penahî seba tewaw bûna hûkmê vî ê yasayî û ragirtina wî di zîndanê de nerazîbûna xwe ragehndibû û her seva vê yekê 13 rojan li jûra takekesî a girtixana bajarê Qurwê de hatibû ragirtin.