Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giştpirsî bo serxwebûna Başûra Kurdistanê di navbera du hêzên nasyonalîstî ên , “Sentrîfûgal û Sentrîpêtal” de

13:41 - 8 Tebax 2017

Elî Munezemî

Pêşgotin:


Piştî rûxana Împeratoriya Osmanî ve, (zilamê nexweş ê Ewropa) û serxwebûna Îraqê ji Brîtanyayê di sala 1932`an şûnda hewl hate dan ku Kurd li Başûra welatê me bi zorî wekî beşek ji neteweya çirûk û destçêkiriyê Îraqê were pênasekirin, lê Kurd qet bi vê nasnameyê razî nebû û nekete qedeman. Bonaparastina nasnameyê, xak û mafên xwe tekoşîn kir, û di vê riyê de bi sedan bêbextî û nexweşî û rojên reş dîtin, lê tu demekê serî netewandin û neheliyan heya ku bi ser ketin, heya ku gihîştin azadiyê. Her piştî raperîna sala 1991`an ve heya niha Kurdistana Başûr bi şêwazek ji şêweyan, ji aliyê part û aliyên Kurdistanî ve bi rê ve diçe.

Piştî rûxana hizba Be`is ji sala 2003`an ve û cihgirkirina destûra federalî di Îraqê de, hikûmeta navendî û aliyên Kurdistanî, li ser birêveçûna Îraqê bi awayê federalî li hev kirin û biryar hate dan ku ew navçeyên Kurdistanî ku heya sala 2003 di bin destê hikûmeta navendî de bûn, çarenûsa wan li gorî yasaya nû were çareserkirin, bo vê mebestê bendeke yasayî di yasaya bingehîn ya Îraqê de hate sepandin, ku ew navçeyên bi navê navçeyên cih nakok yan navçeyên Kurdistanî ên derveyî dehsilata Herêma Kurdistanê dihatin nasîn, li pêş de, rewşa akinciyê wê, bê asayîkirin û piştre ji riya dengdana rûniştiyan ve bê rohnkirin, ku ew navçane hez dikin ku vegerin ser Herêma Kurdistanê yan na.

Piştî vê ku Şî`e di Bexda û hikûmeta navnedî de bihêz bûn û ji riya wan ve jî, Îranê derfeteke zêdetir pêk anî, ku destêwerdanê di nava karûbarê Îraqê de bike, Şî`e bi fîtika Îranê ketin dijberiya Kurd û desketiyên wan, lewra hikûmeta navendî tu demekê amade nebû ku maddeya 140 ya yasaya bingehîn cîbicî bike, û ji aliyekî din ve wan dest bi gefan kirin li hikûmeta Herêmê û zimanê zibir li hemberî gel û hikûmeta Herêmê bi kar anîn, û birîna bûdceya hikûmeta Herêmê û bûdceya hêzên pêşmerge, wekî hêzeke yasyaî û nedana çekan bi pêşmerge wekî hêzeke yasyaî, avakirina hêzeke çekdar ya ne destûrî wekî Heşda Şe`ibî ku di hemberî tu yasayekê de berpirsyar nine, û pirrçekkirina wan û bikaranîna wan, wekî gefekê li dijî gelê Kurd û...hwd.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her piştî peydabûna DAÎŞê û êrîşa wan li ser Kurdistanê, hikûmeta navendî ya Îraqê tohmetbar dike bi nedana çekên pêşkevtî bi pêşmerge, bona vê ku bikarin li hemberî êrîşên DAÎŞê de bo ser Şingalê bergiriyê ji Şingalê bikin, ku di encam de, eva bixwe karestaeke mezin lê ket û xelkê Kurd li Şingalê hatin komkuj kirin.

Êrîşa DAÎŞê bo ser Herêma Kurdistanê herçend ku gellek karesta li pey xwe hebûn, lê di heman demê de, bûye sedema vê ku hêza pêşmerge hemû navçeyên Kurdistanî ên derveyî sînorê deshilata Kurdistanê kontrol bike, û bi xwîna xwe madeya 140 cîbi cî bike. Tiştek ku bûye sedema tûrebûna karbidestên hikûmeta navendî û şovenîstan.

Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştiye vê encamê ku riya xwe ji riya hikûmeta navendî cuda bikin, û bo vê yekê jî pilan danîne ku di 25`ê Îlonê di hemû bajar û navçeyên Kurdistanî ên Başûra welatê me, giştpirsiyê bi rê ve bibin, bo doza serxwebûna Kurdistanê. Ew doza ji aliyê dijminên Kurd ve dijberiya wê tê kirin.

Di vê gotarê de hewl tê dayîn ku ew dijayetî û aloziyên derheq giştpirsiya di Başûra Kurdistanê bi sedema li hev ketina du hêzên cuda ên nasyonalîstî ên “Sentrîfûgal û
Sentrîpêtal” ve bê şirovekirin.

peyvên serekî:

Peyvên serekî ên vê gotarê ew in: Giştpirsî, serxwebûn, neteweperestî, “Sentrîfûgal û Sentrîpêtal”.

-Giştpirsî yan referandom tê vê wateyê ku li welatekî yan di herêmekê diyarîkirî li ser dozekê, pirs bi xelkê bê kirin û ew bi dengê xwe, vê yekê ret yan pesend bikin.

-Serxwebûn wate girêdayînebûna bi aliyekî, û bixwe biryardana li ser xwe û qedera xwe, yanî metodek ku tê de mirov bikare bixwe bîr bike, û kar bike, bi bê vê ku hewcehî bi rênîşandan û alîkariya aliyekî din hebe. Li gora konvansiyona “Montê Vîdêo” welatek serbixwe ye ku rêjeye akinciyên hertimî hebe, herêmeke diyarîkirî hebe, û dewleteke xwedîşiyan hebe ku zal be û kontrola wê hebe bi ser herêmê, û şiyana wê hebe bo avakirina pêwendiyan digel welatên din.

- Netewe bi desteyek mirovan tê gotin, ku xwediyê nirxeke hevbeş in, û dixwazin ku welateke hevbeş hebin. Neteweperestî bi sê şêwazên nerênî, bê alî, tê bikaranîn. Neteweperestî bi wateya erênî ya wê, yanî kerb û kîn li dijî ên ku biyanî yan xeyrîxweyî ne,bi wateya bêalîtiyê jî yanî her welatek yek netewe tê hesibandin, û bi wateya erênî jî neteweperestî yanî komek xelkê ku bi riya tiştekê ve bi hev ve tê girêdan. Di sedala nozdeyan şûnda neteweperestî wekî tevger û îdeolojiyeke siyasî tê bikaranîn û tekoşîn dike ku di navbera sînorê welat û netewe de, guncandin hebe.

- “Sentrîpêtal” ku bi kurd pê tê gotin, navendgera (navendxwazî), ji peyva latînî ya Sentrom bi wateya navend, û pêtal bi wateya lêgerîn hatiye wergirtin. Bi kurtî yanî geriyan li dewra navend û baldan bi navendê.

“Sentrîfûgal” yan avêtina ji navendê ku ew jî ji du peyvên latînî ên sentrom û Fûgal pêk tê, yanî dûrketin û avêtin ji navnedê, azadkirina laş yan tiştek ji bazineyê gerînê.

Hêzên rakêşer, û avêtin û dûrxistina ji navendê, a nasyonalîzma serxwebûna Kurdistanê:

Welat bi sedema neteweperestiyê ve têne avakirin, û yan jî têne hiloşandin. Çarenûsa Başûra Kurdistanê di vê hevkêşeyê de ji vê riyê ya çareseriyê ne dûr e. Sedemên Kurd bona bidestxistina serxwebûna Başûra Kurdistanê, hokarên usulî û xwedîpirensîp in.

Dibe ku hemû aliyên qada siyasî di Îraqê de, bo wan hatibe selimandin ku nasyonalîzma Îraqê bo vê ku wekî dewlet-netewe binasîne, rastî têkçûnê hatiye. Piştî şerê yekem ê cîhanî Îraq hate avakirin, û ji sala 1932`an ve serbixwe ye. Lê tu demekê karbidetsên Îraqê hewl nedane ku Îraqa rasteqîne jî ava bikin.

Welatek ku xelkê wê bi xwe, xwe tê de hevwelatî nezanin, tu demekê nabe welat. Bona vê ku welat dirêjiyê bide jiyana xwe, pêwîst e ku bi awayekî dadperwerane netewesazî tê de bê kirin.

Piroseya netewesaziyê di Îraqê de gihaye dawiyê, û karbidestên Îraqê ji her du curên Erebê Şî`e û Erebê Sunî di bernameyên xwe de di pêvajoya netewesaziya di Îraqê de, serkevtî nebûn. Her du komên îşarepêkirî, ji aliyekî ve di nava hewldanan de bûne ku hev vêde bidin, û xwe bi ser yektir de bisepînin, û ji aliyekî din ve hemû demekê gelê Kurd û nirx û kultura Kurd di piroseya netewesazî de, her ji destpêkê ve vêde dane, û tu carî girîngî nedanê û nadin.

Di vir de bi hewce dizanim ku bon azelalkirina baştir ya vê basê her yek ji faktorên netewesazî û hêza wan faktoran, bo rakêşan yan paldana xelkê di pêvajoya netewesaziyê di Îraqê de û bandora wan li ser pirsa serxwebûna Başûr bixim ber bas. Pêştir bas hate kirin ku netewe ji komeke mirovan pêk tê, ku xwediyê nirxên hevbeş in, û xwazyarê jiyana di nava welateke hevbeş de ne. Ew nirxên îşarepêkirî dikare nirxên kulturî bin wekî ziman, etnîk, ol, dîrok, deb û resm, û ...hwd, û yan jî nirx û îdeala siyasî wekî azadî, wekhevî, birayetî, û hwd...bin.

Du neteweyên Kurd û Ereb tu demekê di Îraqê de xwediyê nirxên hevpar nînin, ku neteweyekê pêk bînin. Kurd û Ereb di warê îdealên siyasî de, xwediyê nirxeke hevpar nînin û qet ji aliyê Ereban ve nehatiye qebûlkirin ku digel Kurd yeksan û wekhev bin, Kurd xwediyê vê azadiyê be ku Ereb heye, yan Kurd û Ereb xwediyê îdeyeke siyasî ya hevpar bin, ku wekî birayekî hevbîr li hev binêrin. Ku wate îdealên siyasî hemû demekê bo Kurd palder bûne, heya ku rakêşer bin bo aliyê nasyonalîzma Îraqî.

Di biyavê faktur û nirxên kulturî ên hevpar de jî her wisa ye. Kurd xwediyê zimanê neteweyî ya xwe ye, û ew ziman ne tenê ji aliyê Ereb û karbidestên navendî wekî zimanê Erebî ve wekî zimanê Erebî rêz jê nahê girtin, belkû yan qet wekî zimanê fermî nehatiye qebûlkirin, yan jî wekî zimanê duyem hatiye qebûlkirin. Ji aliyekî din ve jî herçend ku zimanê Kurdî hinek azadî hebûye bo vegeşînê, lê qet ew azadiya heya wê demê ku Ereb zal bû bi ser Kurdistanê de, wekî vê azadiya ku bo zimanê Erebî hebû, nebûye.

Di warê dîrokê de, Kurd xwediyê dîroka hevbeş digel neteweya serdest di Îraqê de nine. Li ber vê ku ew kesên ku bo Kurd qehremanê dîrokî ne, her bi destê wan karbidetsan hatine kuştin, û ji nav çûne. Eva ku bo Kurd têkşikane di dîrokê de, bo wan bi serkevtin tê hesibandin. Lewra dîrok jî wekî faktor nikare palder be bo Kurd ku ber bi navendê bê rakêşkirin.

Herwisa Kurd û Ereb xwediyê deb û resmeke bi tewahî cuda ne. Hekî li hinek biyavên biçûk de wekhevbûnek hebe, ew jî nikare gellek bibandor be.

Alava herî baş di destê hikûmetan de bo netewesaziyê, sîstema perwerde ye. Mixabin hikûmetên navendî ji vê sîstemê bo çewsandina gelê Kurd mifah wergirtiye,heya avakirina nirxên hevpar. ji aliyekî din ve tu demekê wan hewl nedane ku nirxa Kurd bikin nirxeke hevpar û tenê hewla sepandina nirxên xwe dane bi ser Kurd de.

Yanî her takek bi berçavgirtina vê rastiyê bi hêsanî dikare bigihîje vê encamê, ku nasyonalîzma Îraqa Erebî ku xwediyê hêzê bû di Îraqa yekgirtî de, hemû hêzên wê kar kirine, bo bihêzkirina sentrîfûgalê derheq Kurd, û tu hêzeke rakêşer yan sentrîpêtal tune ye derheq nasyonalîzma Kurdî û Erebî de.

Di serve de bas ji vê hate kirin ku welat di bin navê neteweperestiyê de, hem têne têkdan û hem jî têne avakirin. Hekî bo nasyonalîzma Erebî girîng bû ku Îraq li jêr hejmoniya Împeratoriya Osmanî rizgar be, û bibe hikûmeteke serbixwe, îro rojê jî, bo nasyonalîzma Kurdî girîng e ku ew Îraq tê hilweşandin, bona vê ku Kurdistaneke serbixwe bê avakirin. Kurd û Ereb ne li ber sedemên xwînê hevbeş in, û ne jî bi sedema xaka hevbeş yek netewe bûne, û tu carî jî nabin yek. Kurdistan û Îraqa Erebî du welatên cuda û du neteweyên cuda ne, û dikarin bi rêzgirtina ji îradeya yektir, du cîranên baş û erênî bin bo hevdu. Kurd neteweyeke aştîxwaz û lêbor e. Dikare ji wan hemû komkujî û bêbextiyên ku ji aliyê neteweya serdest ve hatine serê wê, di pêxema aştî û jiyana aştiyane li rex hevdu xweş be, û wan efû bike.