Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotûbêjek digel Dr. Xelîqî kesayetiyê naskirî yê Kurd û civaknas derheq hinek pirsên girîng ên siyasî di navçeyê de

21:39 - 7 Îlon 2017

H: Selîm Zencîrî

Pirs: Gelo hûn kêşeya tayifegeriyê di navçeyê de, di çi de dibînin?

Bersiv: Çarçoveya qonaxeke civakî di civakeke kêm çalak de, dereng dereng guhertin bi ser de tê. Di van civakan de, zêdetir hest bi ser ramanê de zal e. Lewra bi hêsanî xelkê wê civakê dikeve bin bandora niyetnepakan de, û bo encamdana hinek kiryarên cihê heyrîmanê têne tûjkirin. Derbazbûna qonaxên bi vî rengî bi çalakkirina biyavê perwerdehiyê û binke û binyatên civaka medenî pêk tê.

Pirs: Gelo vê kêşeyê reh û rîşeyeke dîrokî heye, yan bi serhildana girûpên Îslamî zêdetir bûye?

Bersiv: Wekî min got, eva ber û encama rewşa dugm ya çanda eşîretiyê ye, lewra kes û girûpên niyetpak û kole dikarin ji vê rewşê bo gihîştina bi armancên dijî mirovî ên xwe mifahê bistînin.

Pirs: Qedera navçeyê serbarê van kêşeyan ber bi kuderê ve diçe?

Bersiv: Hekî aliyên xwedîpêwendî û berpirsyar jîrane û hişyarane rêçareyeke bicî ji bo vê rewşê nebînin, wekî niha tevdanîkar wê bibin tenê lîstikvanê vê qadê. Yê ku daxwazkarê guherînkariyên erênî ye, dibe ku jiyarane û derûnnasane digel de reftarê bike, û karekî bike, ku neyar bi kevirê firtûfêlan û xapandinê dîwarê şûşe hûr-hûr nekin.

Pirs-Rola Îranê di vegeşîna vê kêşeyê de hûn çawa dibînin?

Bersiv: Diyare ku Îran li dijî tekoşînê û li dijî berjewendiyên aliyê din, her çi ji desta bê encam dide, eva erk û wezîfeya şoreşgerê hişyar e ku bi helwest û kiryarên bicî û rewşnasane, gevriya wan pilanên dijmin wisa bigivişîne, ku bi qazancê xwe mifahê jê bistîne. Dav û tevlik her tim li ser rê hene, lê eva nêçîrê hişyar e ku dibe xwe ji wan derbaz bike.

Pirs: Bi baldan bi xwedûrgirtina hindek ji aliyên Şî`e ên Îraqê, wekî Sedr û Hekîm û nêzîkatiya wan ji Erebistanê, gelo we jêve ye ku guherînkariyên vî welatî ber bi kuderê û çi encamekê ve diçin?

Bersiv: Îran bi bername ve mijûl e ku navçeyên Şî`e akincî heta Lubnanê bixe bin bandora xwe de, lewra di hemberî dijberan de, her çi di şiyanê de be dike. Eva ji aliyekî ve, û ji aliyekî din ve, bona têkbirina referandoma Kurdistanê, hewcedarê tevdanîkariyên nû ye, ku Kurd tûj bike, ku dev jê berde, û di heman demê de, bi mijûlkirina Kurd bi vî şerî sînorên xwe, ji şerê DAÎŞ`ê piştî derkirina ji Îraqê biparêze.

Pirs: Di vê navberê de, rejîma Îranê çi dikare bike?

Bersiv: Wekî min got, Îran bi tîrekê du nîşanan dipêke, ya yekem eva ku Şî`eyê Îraqê stûxwarê xwe bike, ji bo nexşeriya xwe. Ya duyem jî bi vî awayî pêşiya serketina doza Kurd bigre.

Pirs: Di çend rojên borî de, bi handana Îranê, hêzeke çend hezar kesî a DAÎŞ`ê berev sînorên Îraq û Kurdistanê hatine anîn. Gelo hûn di bereberê referandomê û ragehandina serbixweyiyê de, vê yekê çawa dinirxînin?

Bersiv: Armanca Îranê, mijûlkirina Kurd û Şî`e ye bi şerê DAÎŞ`ê û herwekî min got, bona gihîştina bi van du armancan e ku min di vir de bas kiri, ku hekî serwext nebin wê bidorînin.

Pirs: Tevî hebûna vê kêşeya kûr, piraniya hizbên Kurd ên Îranê jî, sekolar in, gelo we jêve ye ku şêweya rast ya karê wan çawa be?

Bersiv: Rewşnasîn û dijminnasîn yek ji pêpkên xebata bo gihîştina bi azadiyê ye. Her rêkxirawek xwediyê van taybetmendiyan nebe, nikare serkevtinê bi dest bixe.

Pirs: Hevdem li Kurdistana Rojhilat herdu pêkhateyên mesebî Şî`e û Sunî hene, di vê derheqê de çawa hevsengî tê çêkirin, ku meseb nebe faktera yekalîker?

Bersiv: Reftar û darêtina bernameya xebatê dibe ji destêwerdana dîn û ayînzayan bi dûr be, û xebat bo rizgarkirina mirovê çewsawe be, bi bê berçavgirtina van cudahiyên rûkeş. Bi xweşî ve xebata me di vê derheqê de dûr e ji van rengan.