Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêjmara miriyan li Sûriyê 70 hezar derbas kir

16:16 - 14 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Komîsêra Bilind a Mafê Mirov a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir, hejmara miriyan li Sûriyê 70 hezar derbas kir.


Komîsera Bilind a Mafê Mirov a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar ku ji despêka sala 2013’an ve zêdetirî 10 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin û wiha got: “Emê hemû li pêşiya dîrokê bên dadgehkirin.”
Hêjmara miriyên şerê 23 mehî yê navbera serokê Sûriyê Beşar Esed û opozisyonê de gihişt 70 hezarî. Komîsera Bilind a Mafê Mirov a Neteweyên Yekbûyî (NY) Navi Pillay di civîna Konseya Ewlekarî de wiha got: “Di mijara bûyerên li Sûriyê diqewimin de, em ê wekî NY li pêşberî dîrokê bên dadgehkirin.
Pêngavên me bi navê rawestandina xwîna li Sûriyê diherike nekirî, niha hesabê wê yekê sivîl bi canê xwe didin. Li Sûriyê hêjmara miriyan 70 hezar derbas kir. Tenê ji despêka sala 2013’an heta niha zêdetirî 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.”
Li aliyekî din opozisyona Sûriyê li bakurê Sûriyê balafirxaneyeke stratejîk xistin di bin kontrola xwe de. Opozisyonê diyar kir ku 40 leşkerên girêdayî rejîmê li wir hatine kuştin û baregehên leşkerî yên li derdora balafirxaneyê hatine paqijkirin.