Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helîme Elîzade

15:52 - 4 Hezîran 2015

Helîme Elîzade: “Roja herî nexweş a jiyana min, ev roj bûn ku hêzên PDKÎ ji Kurdistana Rojhilat vekişiyan û meqer û baregehên xwe ji nû ve li Kurdistana Başûr ava kirin.”
H: Arif Vêlzî

Dema bas ji cihê jidayîkbûnê û warên bab û kalan tê kirin, rihetî û aramî û ferehiyek taybetî bi ser mirov de zal dibe.

Eva jî bi vê wateyê tê, ku jiyna rojê a mirov û warê bab û kalan, heya radeyekî bi hevdu ve hatine girêdan, û mirov dema ji şûnwarên bab û kalan dûr ket, bi tewahî hest bi kêmasiyekê di jiyana xwe de dike, û di dema herî zû de hewla vegeriyanê dide hekî bo demek kêm jî be. Lê dûrketina bi neçarî û yekcarî ji warê bab û kala bi qasekî birînek bi jan û giran e, ku bandorê dixe ser tewahiya aliyên jiyana mirov û jînê tal dike.

Lê şêrejinên Kurdistana Rojhilat û PDKÎ ku piraniya temenê xwe di nava refên şoreşê de û dûr ji warên bab û kalên xwe derbaz kirine, di hemberî rizgariya gelê Kurd û standina mafên xwe ên netewî û civakî de, bi qasekî xwedî îman û moralek bi hêz in, ku rê nadin dûriya jî warê bab û kalan bi ser hesta paqij a wan a netewî de zal bibe, û bi dilek pir ji hêvî û îradeyek asinîn ve, li pêşeroja xwe û zarokên xwe dinêrin û bi hêviya cardin vegeriyanê, jiyan û xebat û şoreşa xwe dimeşînin.

Helîme Elîzade jî yek ji wan şêrejina ye ku piştî derbazbûna 30 sal bi ser dûriya ji warê bab û kalê xwe, hêj weke rojên despêkî li ser jiyana pir ji zehmetî a şoreşê bi dilekî germ berdewam e, û pêşerojeke geş û vegeriyana bi serbestî û azadî bo warê bab û kalan bi dûr nabîne.

Helîme Elîzade derheq bi çavaniya nasiyariya xwe tevî PDKÎ, û herweha jiyana xwe ya hevpar di nava refên Partiya Demokrat de, weha ji Rojnameya Agirî re dibêje: “Her di despêka zarokatiya xwe de min nav û navbangê PDKÎ bihîstibû, lewra hesteke netewî di min de çê bibû, lê dema ku PDKÎ hêzên xwe ji nava bajarên Kurdistanê vekişandin, û baregehên xwe ji nû ve li deverên çiyayî ava kirin, gundê me jî yek ji wav deverên çiyayî bû ku baregeha partiyê li wir hate avakirin, her ava jî bûye sedem ku ez bi tewahî PDKÎ nas bikim û biryara tevlî şoreşbûnê bidim, û di sala 1985’an (1364) de jî min tevî Seyîd Ezîz Nîkcûyan ku pêşmergê Partiya Demokrat bû, jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me jî 3 keç û kurek in”.

Helîme Elîzade piştî derbazkirina 30 sal jiyana tevî pêşmergeyekî, ku di rastî de jiyanek pirr ji talî û êş û elem, lê seranser serfirazî û serbilindî bûye, çavnihêriya xwe ji PDKÎ û herweha hevjinê xwe yê pêşmerge weha tîne ziman:

“Çavnihêriya min ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ev e ku, derbazbûyiyekê bo wan jinan li berçav bigire ku bi salan e di rewşên cur bi cur de tevî hizba xwe bûne û zehmetî û keda wan ji pêşmerge kêmtir nebûye. Herweha derheq bi jiyana xwe ya hevpar jî min tu çavnihêrî ji hevjînê xwe nine, lê hêvî dikim ku di tewahiya qonaxên cur bi cur ên jiyana xwe de, ez û hevjîn û zarokên xwe, bi kêfxweşî û dilekî xweş jiyana xwe derbaz bikin û hewcehiyên zarokên xwe di her rewşekê de dabîn bikin”.

Helîme Elîzade roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Di jiyana tevî şoreşê de rojên xweş kêm in, lê rojên xweş bal min ew roj bûn ku hêzên pêşmerge di emeliyatan de bi ser hêzên dijmin de ser diketin û bi silametî vedigeriyan, yek bi yekê wan rojan ji boy min bi qasekî xweş bûn ku tu carî ji bîra min naçin”.

Helîme Elîzade herweha roja herî nexweş a jiyana xwe jî, weha ji Agiriyê re vedigêre: “Roja herî nexweş a jiyana min, ev roj bûn ku hêzên PDKÎ ji Kurdistana Rojhilat vekişiyan û meqer û baregehên xwe ji nû ve li Kurdistana Başûr ava kirin.”

Helîme Elîzade di dawiyê de bi gotinekê derheq bi rola jinan di Kurdistana Rojhilat de, hevpeyvîna xwe bi dawî tîne: “Tu şoreşek bê beşdariya jinan nahê kirin, û nehatiye kirin, û hertim jin xwediyê roleke berçav bûye di şoreşên Kurdan de.

Lewra Peyama min bo keç û jinên Kurdistana Rojhilat ev e ku, hewlê bidin bona bidestxistina mafên xwe ên zewitkirî, çi ji aliyê civakî û çi jî ji aliyê netewî, hertim piştevanê şoreş û pêşmerge bin”.