Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helmeta komkirina yarmetiya malî li derveyî welat bi dawî hat

17:14 - 23 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Rêberatiya PDKÎ li derveyî welat derheq komkirina yarmetiya malî spasnameyek belav kir.

Di beşeke vê spasnameyê de hatiye ku:

Em ji aliyê rêberatiya PDKÎ li derveyî welat ve, pirr bi dil spasiya we dikin, ku vê carê jî her wekî carên pêşîn, bi hestkirina bi berpirsayriyê, hûn ber bi pêşwaziya ji bangewaza PDKÎ ve çûn, û bi başî alîkariya malî we digel PDKÎ kir.

Di demekê de ku têkoşerên PDKÎ bi giştî û pêşmergeyên cesûr bi taybetî, di navxwe ya Kurdistanê, bona pêşvebirina armancên gelê Kurd di Kurdistana Îranê de, di rewşeke dijwar de xebatê dikin, erka li ser milên rewenda Kurd li derveyî welat, bi taybetî endam û alîgirên partiay me ye, ku bi her awayekî ku ji destên wan tê, piştevan û alîkarê vê xebatê bin. Alîkariya malî tenê yek ji şêweyên eşkerekirina vê piştevaniyê ye, û bandoreke girîng li ser pêşvebirina vê xebatê dibe, bi taybetî ku piştevanê heya ser ê vê xebatê xortên vî gelî ne.

Di vê derheqê de em cardin spasiya we dikin, û em çavnihêr in ku hûn hemû demekê pêşwaziyê ji bangewaza hizba xwe bikin.

Dibe ku em vê rastiyê bêjin, ku komîteyên PDKÎ li derveyî welat, kar û zehmeteke zaf kêşan, lewra em mandînebûniyê dibêjne wan, û bi wan radigehînin, ku partiya we qedrê vê hemû zehmet û mandînebûniyê dizanin, û şanaziyê bi wan dikin. Herwisa cihê xwe ye ku em spasiya kempeyna emegdariyek bo pêşmerge bikin, ku di vê heyamê de hemû hêz û şiyana xwe bi kar anîn, û alîkariya hizba xwe kirin.

Beşa malî ya PDKÎ li derveyî welat

22.08.2016