Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyekî Kurd li devera Sewlawa hat girtin

19:05 - 23 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd xelkê gundê “Dizlî”a ser bi bajaroka Sewlawa, ji aliyê hêzên îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî berwara 21’ê Îlona 2013’an, hêzên Îtilata rejîma Sipaha Pasdaran li bajarê Sewlawa, welatiyekî Kurd bi navê “Selam Ferecî” girtin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Selam Ferecî pêştir mamostayê xwîndingeha amadeyî a gundê “Dizlî” bû ku bi sûça layengirî ji mekteba Qurana Kurdistan, mafê hînî dersê û mamostayetiyê lê sitandin.
Navbira paş ewê ku mafê mamostayetiyê lê sitandin, weke feraş di xwîndigeha amadeyî a gundê Dizlî de mêjûlê kar kirinê bû, ku roja şemî ji aliyê hêzên rejîm ve hat destbiser kirin.
Li gor amara hatî tomar kirin li malpera Kurdistanmedia, li 6 mehên yekem a sala 1392’an a Rojî de, 125 hemwelatiyên Kurd li Kurdistana Îranê û deverên Kurd akiynciyê Îranê, ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve bi tawanên cûrbacûr weke “Ewlehî û birêve birina çalakiyên kulturî û olî” hatine girtin.