Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herifandina kesayetî û şunasa neteweyî bi pêkenokan

19:52 - 18 Gulan 2015

Şemal Terxîbî

Mirov tenê jîndarê li ser topa erdê ye ku dikare ji riya keniyê ve hem hesta mirovane ya xwe eşkere bike, hem jî barê giran yê nexweşiyên jiyanê di nav hindurê xwe de sivik bike.

Baskirina serpêhatiyên xweş, tameke taybetî dide rûniştinên di nav civakê de, û herwekî civaknas û derûnnas îşareyê pê dikin, vegotina qiseyên xweş dikarin li ser vegeşîna hêza civakî bandora xwe ya erênî danên, lê hinek caran ew qiseyên xweş sînorên xwe yê rastîn dibezînin û dikevin nav xaneya henekkirinê (mesxerekirinê, bêhurmetîkirinê), ku şûnwarên neyînî li paş xwe bi cih dihêlin, û bandora xwe li ser pêwendiyên di navbera takên civakê de dadinên.

Di Îranê de ew qiseyên cihê keniyê ku wekî cok (pêkenok) têne nasîn, heya qasekî berçav girêdayî bi henekê xwe kirina bi neteweyan û zimanên wan, yan girûpên civakî û zaravên wan, û regezên jin û mêr, û meseb û baweriyên olî û ...hwd ne, ku naveroka piraniya herî zaf ya wan cokan (pêkenokan) pêk tê ji bêaqilî, paşveman, hovîtî û ...hwd, û ew aliyên ku berdengê wan pêkenokan in. Ya ku di vir de cihê basê ye, bersivdan e bi wan pirsyaran:

Gelo destpêka serhildana piroseyê di Îranê de vedigere bo çi demekê? Sedem yan sedemên zêdebûna vê diyardeyê çi ne? Bandorên vê pirsê li ser pêwendiyên takên civakê çi ne? Gelo ev piroseya bi awayê sîstematîk bi rê ve diçe, yan dibe wekî diyarokek civakî û pirseke carr çav lê bihê kirin?

Bona bersivdana bi van pirsyaran di berahiyê de, dibe vê pirsyarê em bixin rû, ku Îran bi sedema zalbûna çendîn rejîmên dîktator di çend sedsalên borî de, ku derfeta eşkerekirina boçûnan gellek kêm bûye, û civakeke xemok û daxistî ye, firsenda eşkerekirina “şunas” û “hebûnê” tê de nahê xuyakirin.

Wate derfet bona vê ku xelk bikarin di xweşî û şahiyan de beşdar bin gellek kêm e, û bi vê sedemê jî ew hewcehiya derûnî ji riyên cok (pêkenok) û henekan ve eşkere dikin. Renge di vir de em nekarin dîroka rast û dirust ya serhildana vê diyardeyê di Îranê de bixin rû, lê bi xatircemî ve destpêka bi sîstematîkkirina pirsa darêtina pêkenokan li dijî neteweyan û zimanên wan vedigere bo wê demê ku deshilatdarên Îranê, siyaseta asîmîlasyon û yekdestkirina gelên Îranê girtine pêş (dewrana Pehlewî).

Ew pêvajo bi dirêjahiya çend dehikên borî, û bi taybetî piştre jî digel bidestvegirtina deshilatê ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve, formeke din ya taybetî bi xwe ve girt, û di rastî de bû emrazê di destê dewletê û hikûmetên yek li pey yekê, da ku bi vî rengî bikarin cudahizran û ayînza û neteweyên cuda ji nawenda Îranê, berbirûyê dûrxistina ji nasnameya takekesî û di heman demê de jî, şunasa bi kom bikin, û xwe bi kêmzanînê bikin hêvinê gihîştina bi armancên sereke ku heman vemirandina hesta nasnamexwaziyê û serbixweyiya nasnamê ye.

Ew pêvajo hinek caran ji riya dem û dezgehên piropagendeyî, û carina jî ji riya pirtûkên xwandinê, û carina jî ji aliyê berpirsyarên hikûmetî û deshilat bi destan ve, di kombûnên şexsî û giştî de hatiye cî bi cî kirin, lê xala balkêş û cihê mixabiniyê ew e ku hinek caran bi nav rewşenbîrên ser bi wan netewe û ayînzayan bi zanebûn yan jî bi nezanebûn, wan diyardeyan vedigeşînin, û di bin navê “qiseyên xweş” û “bo bêhnvedana mejî”, bêhurmetiyê bi aliyekî din dikin, û bi xatircemî ve ew pêkenokên ku ji bo Kurdan, Azeriyan, Ereban, Reştiyan, û Loran di Îranê de çêdikin, ji bo geşekirina hizra siyasî û civakî ya wan nine, û hewldanek e bo sivikatîkirin û lawaz nîşandana hêz û şiyanên mirovî û me’newî yên wan, ku renge yek ji armancên wê, hêcetanîn be bo vê siyaseta ne dadperwerane ku di warê geşeya aborî û siyasî û çandî de, di wan herêman de berçav hatiye girtin, ku herêmên neteweyên Îranê ne.

Di Îranê de ferq û cudahîdanîn û sivikatîpêkirineke rêkxistî bo neteweyên xeynî Fars heye, ku herwekî me îşare pê kir, xwe xistiye nav pirtûkên dersî de jî. Ji dîtingeha ol ve jî herwekî ku heya niha hatiye dîtin, pêgeha peyrewên ayînên cuda ji mesebê fermî ye, ku bi giştî di destê ferq û cudahîdanînên bi eşkere de dinalin. Bi xatircemî ve ew cure siyaset komek şûnwaran jî li pey xwe bi cih dihêlin ku renge beşek ji şûnwarên wan henekpêkirinan bi van awayan bin:

Yekem, bandora vê rewşê pêk tê ji lawazbûn û heya veqetiyana pêwendiyên giştî, di nav civakê de, ku bi xwe garantiya pêkvemanê û lihevkirina tex û qatên civakê dikin. Wate bi lawazbûn û nemana vê hevpêwendiyê, pêkenok cardin berhem tên, û pêwendiyên mirovî zêdetir ber bi lawazbûnê ve dibin.

Di asta takekesî de jî dikare bêbaweriyê pêk bîne, ku encam heman ji xwe bîhanîbûn e ku kêşeya herî mezin li ser riya vegeşîna çandî û civakî tê hesibandin. Bo mînak hekî bandora vê pêvajoyê li ser neteweyekê bigihîje astekê ku hest bi şerm û bîhanîbûnê bike, tu palderek namîne ku nivşên piştî wan bo parastina deb û nerît û çanda gelê xwe pal bide, ku ew pirsa jî di cihê xwe de dibe sedema sazbûna nivşeke bêhêvî û dûr ji bawerkirina bi xwe.