Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Heşd” jî gefan li me dixo, çima em wisa lê hatin?

15:02 - 23 Tebax 2016

Elî Munezzemî

Başûra welatê me ji çend salan piştî raperînê ve heya sala 2013’an, û berî vê ku ji aliyê karbidestên Bexdayê ji aliyekî ve û DAÎŞ’ê ji aliyê din ve bikeve ber hereşe û metirsiya êrîşa çekdarî û dorpêçên aborî û siyasî, karîbû ku rêyekî dûr û dirêj ji pêşvebirina welat bipîve. Di heyamekî gellek kurt de pêşkevtinên Kurdistana Başûr gehîştin astekî ku, Hewlêr bibû rikeberê Dubêy bona rakêşana sermayeyên bîhanî.

Bona rêgirtin ji wan pêşveçûnên bilez ên Kurdistana Başûr, dujminên gelê me yekdeng û bihevre li dijî hikûmet û gelê Kurd li Başûr û berjewendiyên netewame li her derekî hewl û çalakiyên xwe xistin kar û bona serxistina pîlanên xwe yên qirêj, ketine çêkirina tevdanîkarî û duberekiyê di navbera part û aliyên siyasî ên Kurd bi merema jinavbirina tebayî û yekitiya gelkê Kurd.

Çi caran çavê dujminên me serkewtinên gelê me nabînin û tu carî naxwazin bibînin ku deshilatdarên me li Başûr, bi rizgarbûna vê beşa Kurdistanê û avakirina sîstemek demokrat û bidestvegirtina hêz û birêveberiya çavkaniyên berfireh ên samanên xwezayî di Rojhilata Navîn de, pêngavan ber bi asoya serkevtina yekcarî şil nake, belkî ji rêya gehîştin bi van armancên pîroz pêdagir û mikurtir in. Her ew deshilata ku piştî serhildana DAÎŞ’ê bûye hêza revandin binajoxwaziya olîm û yekemîn hêza çekdar ya xweragir bû ku, berevanî ji buhayên mirovî li hemberî terorîstên DAÎŞ’ê dikir û bûye sedema wêzarkirina dîktatorên zalim.

Bona rêgirtin ji pêşveçûnên bilez ên Kurdistana Başûr, dujminên gelê Kurd yekdeng û bihevre, bihêzbûn û pêşveçûna Kurdistanê di her warekî de, dibe sedema nîgeranî û dijatiya wan û, pêşkevtinên han bi êrîşa bo ser berjewendiyên xwe dihesibînin, lewra jirêyên curbicur ve hewla têkdan û nezokkirina wan pêşkevtinan didin. Di vê derheqê de em dibînin ku, dijatiya wan bi awayê gefxwarên zarekî yê karbidestên herî bilin yê wan welatan û axaftinên bi zimanê çek, an ku gefên nerasterast çek û kerestey leşkirî û herweha temrîna leşkirî û gefên sitratejîk bi pîlan û pirogramên dirêj mideh xwe derdixin.

Li bîra hemû kesekî de maye ku berî jidayîkbûna DAÎŞ’ê, “Sipaya Dîcle” liser biryara karbidestên Bexda û Tehranê gef ji Kurdan dixwarin. Niha jî bas ji vê têkirin ku pîlana Heşda Şe’nî here bona êrîşkirin bo ser Kurdistana Başûr. Gefa Sipaya Dîcle bona rêgirtin ji vegeriyana Kerkûkê bû bo ser Herêma Kurdistanê, û gefên Heşda Şe’bî jî bona şikandina hêviya serbixweyî û tarîkirina sipêdeya gehîştin bi armancên gelê me ye.

Kakila her du gefan vê yekê der dixe û gefên sade û biçûk ninin. Ev gef xwarin vê rastiyê derdixin ku, dujminên me hertim her beşekî Kurdistanê bi gefekî sitratejîk dibînin û bona lêxistina derbeyan li Kurdan jî pîlanên sittratejîk dadirêjin, û dema ku hêz û şiyan hebin, pîlanên xwe cîbicî dikin.

Li vir de pirsyarek xwe nîşan didem ev jî eva ye gelo hukûmeta Kurdî li Kurdistana Başûr bona parastina xwe dikare çi bike, û bo vê meremê jî çi di dest de heye?

Di vêr de merem ji parastinê eva ye ku Hikûmeta Herêmê bikare herêma di bin deshilata xwe biparêze, mafê deshilatdariya xwe bparêze û kontrol hebe liser axa dibin kontrola xwe û çavkaniyên binerd û sererd ên Kurdistanê be. Armanca sereke ji vê parastinê dabînkirina asûdeyî û bilindkirina asta sitandard a jiyana xelkê û pêşxistin û parastina bazirganiyê û herweha rêgirtin ji teror û dizîna zaniyariyên welat û ... hwd ye.

Bona vê ku Hikûmeta Herêmê bigîje armancên xwe, gerek hewê bide bibe hikûmetek xwedî piristîj û cihê rêzê. Lewra gerek hewlê bide di yekem pêngav de di warê çekdarî de xwe bihêz bike û piştre derfeta serkewtin û xwe bihêzkirin di hemû warên weke zanist, teknolojî, werziş û di her wareke din de ku dikare bibe sembol, bide.

Li herîma ku Kurdistan têde hilketiye eqliyet û bîrûraya demokratîk mixabin cih negirtiye û venegeşiyaye û netenê neteweyên herêmê rêzê ji hevo nagirin, belkî evên ku lewaz û bêhêz in, dibin armanca êrîşa cîranên xwe, û di vî warî de jî Kurdistan xwediyê pişka şêr e û hertim Kurd bûye qurbaniyê êrîşa netewên din. Lewra hewce ye ku Hikûmeta Herêmê êrîşa Heşda Şe’bî bi micit werbigire, û di dema hewce de amadegiya vê hebe ku berevaniyê ji xwe bike.

Gellek caran waûsa xûya dike ku serbarê fîdakarî û qehremanitiya hêza pêşmerge, Hikûmeta herêmê li hemberî êrîşên derekî, serbarê vê ku digel kîjan dujminê gelê me be, lawaz xwedî derdikewe, gelo sedema vê lewaziyê vedigere ser çi tiştekî?

Hemû nîşan vê rastiyê nîşan didin ku ev lewazî berî vê ku hokar û sedema derekî li piştê be, sedema navxweyî heye.

Nabe bihê jibîrkirin ku bona darêtina siyaseta derve, gerek hem faktorên derekî û hem jî faktorên navxweyî bên liberçavgirtin.

Dujminên me gellek bibaşî li ser nakokiyan kar dike û bi merema lewazkirina me partî û aliyên siyasî weke karta gîwaşê li dijî hevdu bikar tînin, da ku bikarin bi vî rengî poyenên (Êmtyaz) zêdetir ji gelê me bistînin.

Li Kurdistana Başûr de hêz û aliyên siyasî biser çendîn aliyan de parve bûne, û dû ji berjewendiyên netewî, tenê liser hinek tiştî lawekî û ne hewce, rewşek ne saxlem afirandine ku derfeta mifahwergirtina xirab bi dijî gelê me çê kirine. Her eva jî bûye sedem ku Hikûmeta Herêmê di wan çend salan de nekarê di warê dîplomasiyê de, eva ku hewceyî hikûmetekî be ji xwe nîşan bide. Tu sînorek di navbera dîplomasiya partiyan û dîplomasiya Hikûmeta Herêmê de nine. Her rojê partiyek serdana welatekê dike û girêbesteke aborî wajû dike û rêkkewtinê dike liser hisaba gelê Kurd.

Lewra di rastî de hekî çeka dîplomasiyê bi taybetî digel welatên cîran û liserweyî hemûyan digel Bexdayê, hekî bêjim bi tewahî di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nemabe, dikarim bêjim ku gelek lewaz û bê buha bûye.

Her ev nakokî jî bûne sedem ku dujminên me piropagandeya nerênî liser deshilata Kurdî bikin û di warê aborî û teknolojî û çekdarî û .... hwd de, Kurd lewaztir bikin û bona bandor xistin a paşekêşepêkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji biryar û deskewtên xwe, guşarê dixin ser serkirdeyên Kurdan.

Piştî jikarketina parlimana Herêma Kurdistanê, tu nawendekî berçav nine ku, bikare siyasetên navxweyî û derve binirxîne û girêbestên navnetewî ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kontrol û bipejirîne.

Ez hêvî dikim ku aliyên siyasî bi liberçavgirtina rewşa niha û berjewendiyên dirêjmideh ên gelê me, bona bidawîanîna bi van hemû kêmasî û lewaziyan, û bi micitî wergirtina gefên dujminên derve, lidewra hevdu kom bibin û neteweperestane û lojîkî rêçareya hewce peyda bikin bona derbazbûn ji vê qonaxa hestyar û nazik de.