Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Şerefî: Her neteweyek nexwaze jinav biçe, ji nav naçe

15:05 - 23 Tebax 2012

Hesen Şerefî, cihgirê Sekreterê giştî yê PDK Îranê, roja çarşemî,25’ê Gelawêjê, di rê û resma bi munasibeta 67 saliya avabûna PDKÎ de, bi nûneratiya Deftera siyasî peymek pêşkêş kir.

Hemwelatiyên hêja!
Xûşk û birayên rêzdar!
Mêhvanên ezîz!

Îro 25’ê Gelawêja sala 1391’an ya Rojî, 67’emîn salvegera avakirina PDKÎ û di hemen dem de 70’emîn salvegera avakirina Komeleya J-K’ ê, ew rêkxirawa ku 67 sal berî niha Partiya Demokrat a Kurdıstanê li ser bingeha teşkîlatî ya vê rêkxirawê hate avakirin, seba vê yekê em bi navê Deftera Siyasî û rêberiya PDKÎ û bi navê we hemûyan pîrozbahiyê ji tev alîgir û endam, kadr û pêşmerge, rêberiya PDKÎ û tewaya civatên xelkê Kurdistanê dikin. Yên ku li hemû rewşekê de palpiştê bihêz ê partiya hezkiriya xwe bûn. Herweha bi vê boneyê ve, em serê rêz û hurmetê ditevînin bo avakerên PDK û li serweyî hemiyan pêşewayê nemir Qazî Mihemed, û ew rêberên ku paştir li vejandina partiya me, li ser bingeha rêbaza rast û serdemiyane, kar kirine û îza kêşandine.

67 sal berî niha li rojek wek îro de bi hewl û tekoşîna pêşewayê nemir Qazî Mihemed û hemû ew xebatkar û nîştimanperwerên ku li hewla azadî û rizgariya neteweya Kurd didan, li sala 1324’an de hate avakirin, hewcehiya avakirina PDKÎ çi bû, em heke qala tewaya wan aliyan bikin ku hewcehiya avakirina partiyekî bi vî awayî hildigre, renge gellek caran gellek alî hewce bin ku em îşareyê bi wan bikin, lê heke em weha danên ku partiya demokrat li vê demê de nehatiba avakirin, lê komara Kurdistanekê ji dayîk biba, kiyaneke Kurdî yekem car li şêweya komarî de û bo yekem car li dîroka Kurdewarî de serî hildaba û rûpelên dîroka bizûtneweya Kurdî pê hatiba xemilîn, tu bêjî ew kiyan bi bê PDKÎ weha nawerokek demokratîk heba ku ji aliyê PDKÎ hate avakirin. Piştî hiloşîna Komara Kurdistan heke PDKÎ nehatiba avakirin, tu bêjî weha tekoşîn berdewam kiriba, yan xewn û xeyala şah li warê hebûna girawa aram li salên 1346-1347 de hatiba alozkirin.

Gelo tu bêjî heke PDKÎ nehatiba avakirin, li mehên pêş û piştî serkevtina şoreşê de partiyek hatiba avakirin û bikarîba bi sedan hezar kesî û bi milyonan endam û alîgirî li dewra xwe kom bike, gelo heke vê partiyê reh û rîşe di nav bîr û mêjiyê civatên xelkê Kurdistanê û xortên Kurd de tuneba, piştî vê ku gelê Kurd bi awayek aştiyane daxwaza mafê xwe ê rewa kir, lê bi awayek hovane ji aliyê rejîma Îranê ve hate tepeserkirin, vê weha bikarîba li qada xebat û tekoşînê de bisekine, her çend ku ew li hinek pîlanên xwe de serkewtin û çend rêberên me jî ji me sitandin. Lê partiya me her mezin û di naweroka xwe de demokratîk ma. ku weha bû her li yekemîn roja avabûnê ve heya niha heke em li bûyeran û li herketa vê partiyê binêrin, û li karîgeriya vê partiyê li ser tevgera Kurd li Kurdistanê binêrin, bixwe wê demê hewcehiya avabûna vê partiyê diyar dibe.

Ya girîng tenê avabûna vê nine, belku mana wê ye. Em hemû bi taybet yên ku li ser dîroka Îran û Kurdistanê zêdetir ji ên din şareza ne, dizanin ku hinek partî û sazî hebûn ku di gel PDKÎ yan jî berî PDKÎ hatin avakirin, lê li pêvajoya dîrokê de yan ji nav çûn, yan jî bandora wan li ser bûyeran nemaye. Lê PDKÎ ji caran qahîmtir û bi bandortir ma. Ew partiyên din li ser du tiştan li nav xwe de kêşe û nakokî hebûn.

Ya yekemîn ew bû ku wan nedikarî xwe di gel serdem rêk bêxin, û li gel xwastek û daxwaziyên xelkê xwe bin, û her li ser baweriyên xwe yên destpêkê de pêdagir bûn, û ya duyemîn ew bû ku ew li pêwendiyên xwe de gellek salim û pak nebûn, lewra her tim wek pêrewê aliyek yan jî welatekî din lê dihate nêrîn, û di rastî de serbixweyiya xwe ya siyasî ji dest dan, yan jî ji nav çûn, yan jî tenê bi nav man. Lê PDKÎ ji ber ku li gel guherînkariyên cîhanê çû pêş, wê demê take siwarê qada xebatê bû heta niha jî.
Taybetmendiyên vê hizbê tenê evne nebûn, belku her demekê ku kêmekê ji serbixweyiyê dûr ketibe, bilez rêberên wê dest bi kar bûne, bona ku wê vegerînne ser rê û rêbaza wê ya eslî. Êdî li wan çar dehikên dawiyê ên temenê vê partiyê de serbixweyiya siyasî bûye xala herî bihêz ya wê, û bi vê tê naskirin. Li hemû qonaxekê de vê partiyê kariye xwe li gel pêvajoya guherînkariyan rêk bêxe. Dema ku Komeleya J-K tê avakirin, piştî sê salan her di vê rojê de wate li 25’ê Gelawêjê de rêberên wê û heman endamên wê, roja avakirina Komeleya J-K dikne roja avakirina PDKÎ. Yan eva ku em dibînin li rewşa wê demê de ku bîr û baweriyên çep zal bûn, PDKÎ sosyalîzma demokratîk xiste rojevê de.

Herçend wê demê kete ber êrîşên cur bi cur û gellek boxtan lê hatin kirin, lê heta bo wan dijberan jî îro rojê helwêstên durust ên partiya me rohn û eşkere bûne. Ew yek ji me re cihê şanaziyê ye. Taybetmendiyek din ya partiya me rastbîniya di siyasetê de bûye. Dema ku bûyerek hatibe pêş, me guh nedaye rewşa zal bi ser partiyên din yan bi ser civakê de.

Me lêkdaneweya xwe hebûye û me helwesta xwe û bîr û bawera xwe eşkere kiriye. Helbet gellek caran em hatine tometbar kirin bi vê ku me direng helwest girtine, yan helwestên me ne durust bûne, lê ez hewce dizanim ku li wir îşareyê bi wan helwestan bikim ku ta çi qasekê helwestên me berî gellek partiyan bûye û mentiqî jî bûne. Bo mînak dema ku Axundan li Îranê de deshilat bi destve girtin û xwastin ku azadiyan li gefiyê de bifetisînin û şoreşê ji rê derxînin û rejîmekê wek ya niha ku em dibînin ava bikin, û wê demê gellek rêkxiraw û aliyan ew wek şoreşger û dijî împiryalîzm dihesibandin, û vî çaxî gelek kes û rêxistina xwe li bereya PDK Îranê dûr xistin, lê îro rojê derdikewe ku helwêsta me çi qas li ser bingeha rastbîniyê bûyê û rê neda ku em bikevne bin bandora rewşa nerast a siyasî di qonaxên cur bi cur de.

Dema tevgera reformxwaz serî hildide gelek kes dikevin bin bandorê û jê re diruşman didin, lê PDK Îranê dibêje ku reformxwaz nikarin tu karekê di rastaya çaksaziyê di Îranê de bikin û di sîstema Komara Îslamî de Îslahat û çaksazî cih nagire, lewma nakeve bin bandore wan û xwe ji wan dûr dixe. Ev kesên ku ketin şûna reformxwazan, hekî nebêjim niha li ser baveriya me ne, ku siyaseta me dirust bûye, dikarim bejim ku siyasetên PDK Îranê piştrast dikin.

Heyamekê rewta kesk xwe derxist ta ku Îranê rizgar bike, gelek kas ketin şûna rewta kesk û em jî tawanbar dikirin, lê dîsan jî em neketin bin bandora hereketa han û me nêrîna xwe hebû li ser wan kesan ku digotin dixwazin di Îranê de çaksaziyan bikin, çonkî wan kesan ne karnameyek baş di dîroka deshilata Komara Îslamî de hebûn, û ne bernameyek baş û rohn hebûn bo pêşeroja Îranê.

Kesekê ku tu program û karnameyek baş tunine, çava dikarim baweriyê pê bikim ku dikare wan çaksaziyan bike? Eva û gelek mînakê din fakter in bo îsbata vê yekê ku PDK Îranê, partiyeke ku siyasetê li ser esasa waqi’bîniyê dimeşîne, nek li ser esasa xewn û xeyal û cewa nebaş û nasalim a siyasî de.

Partiya me serbarê taybetmendiyên xwe, eva ku dibêjin di siyasetê de dayk û bav tunine û tev xapandine, ret dike û li ser vê baweriyê ye ku rêberên me bi awayekî em elimandine ku exlaq di siyasetê de dikare dewrek pir giring bilîze. Hekî di siyasetê de exlaq tunebe, ev hêza ku di siyaseta xwe de exlaqê berçav negire, nikare heya heyamek dirêj cihê baveriya her kesekê bimîne. Ji bilî wan taybetmendiyan, PDKÎ gelek diyardeyn nû weke rêberiya bi kom, di nava tevgera azadîxazî ya gelê kurd de bicih kiriye.

Lewma partiya me rêberiya bi komel anî nava tevgera kurdî de, da ku hekî serê tevgerê bibirrin, cardin laşê tevgerê bikare serek din çê bike. Pêşewa û Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq, xelkê me weha perwerde kirine ku berdewam bîr ji programek siyasî bike, eva jî yek ji ciyawaziyên dinê ye ku me di gel tevgerên berê ê xwe de hebûye.

Herweha ew cudahiya me di gel beşek zaf ji xelkê Îranê jî heye, niha jî xelkê Îranê li pey rêberek karîzma digere, îca çi Muntezirî be, Kerûbî be, Xûmeynî be, Reza şa be, yan Mûsediq be. Niha jî di Îranê de xelk hîn nebûne ku weke kurdistanê bi şûn bernameyek siyasî de bigerin, eva jî yek ji afirandinên PDK Îranê ne, ku li pey programek siyasê bikevin.

Ev siyaseta rast û waqi’bînane, ev hemû xwîna ku tekoşerên partiya me dane, ev hemû bendên girtîgehan ku xebatkarên demokrat tijî kirine, ev dirêjîdana xebatê, weha partiya me di nav dilê xelkê kurdistanê de cêgîr kiriye, lewma gelê kurd jî weha bi can û bi mal di xizmet partîzanêt PDK Îranê de ne, û di tev qonaxekê de bûne çeper bo xebatkarên vê partiyê.

Eva yek ji teybetmendiyên PDK Îranê ne ku hekî partiyek xwedî siyasetên weke partiya me nebe nikare bibe xwedî taybetmendiyên han. Niha partiya me bi vê meremê ku li ser bingeha vê hatiye avakirin, bi rewta xwe ya dîrokî ku bi serbilindi heya niha derbaz kiriye, bi rewşa ku niha têde ye, bi zerfiyeta xwe ber bi serdema îro ve diçe, û niha di rewşekê de ye ku di hundurê kurdisatan û Îranê û bi taybetî li astê civaka navnetewî de jî hisab jê re tê kirin. Lê bi qasê meznahiya wê jî çavnihêrî jê tê kirin.

Çavnihêrî tê kirin ku di rewşek weha de rolek esasîtir, zindîtir û çalaktir bilîze. Lê gelo di kîjan rewşê de? Di rewşekê de ku di welatê me Îranê de, Komara Îslamî pitir ji caran ji xelkê re hatiye nasîn û xelk jê bêzar e, ji bilî pêgeha xirab a siyasî ku ji aliyê abûrî de jî, di rewşek şepirze de ye, pêgeha olî û mezhebiya xwe jî ji dest daye û pêrew û xwe bextkerên wê jî weke caran di pêxemê de xwe bext nakin, arîşeyên navxweyî, rewşa xirap ya xelkê, hemû evane pêvajoya berberekanî û rewta xebata me xweştir dikin.

Derheq welatên derve de jî gelek arîşe û kêşeyên teybet bi xwe hene ku ez bas jê nakim, çûn hûn hemû bi dirêjahiya rojê li ser sayt û malperan, di nûçeyan de dibînin ku çiqas rejîmek qirêj e, û di bîr û baweriyên cîhana derve de jî çava hatiye naskirin, eve jî bixwe cardin riya me xweştir dike.

Ji aliyek din ve em dibînin ku rewtek ji guhertinan di cîhan û derdora me de di rê de ye, guhertin di hindek welatan de pêk hat, hindek welat di halê guhertinê û guherînkariyê de ne, û hinek welat jî li benda guhertinan in, lewma dibe em çavniher bin û tev egerekê li berçav bigirin û tev têbîniyekê pêşbînî bikin û xwe ji bo her rewşekê amade bikin, da ku di dema rûdana rewşek taybetî de bikarin weke wezneyek qurs û giran di pêxema berjewendiyên netewa xwe de bin.

Bi vê meremê jî em li ser vê bawerê ne ku natewa me û bi taybet hêzên siyasî ên Îranê dibe yekgirtî û yekdeng bin, bi vê mebestê jî me bihîst ku di çend rojên derbazbûyî de, di pilînoma dawî ya partiyê de serbarê vê ku şeş sal berî niha hinek hevalên me ji partiyê veqetiyan, digel vê ku me pir hewil da ku ji partiyê neveqetin, di gel vê yekê ku me pir hewil dan ku piştî veqetiyana wan yekrêziyê derxin hole, lê mixabin serkevtî nebûn, lê dîsan me dixwest ku destpêşxeriyek din bikin û di daxuyaniyekê de pêşniyara diyalog û rûniştina rasterast digel hevalên veqetiyayî ragehand. Me bi niyazpakî û dilek saf biryara han daye û niha jî her kesek çavan şirove dike û bi reşbînî lê dinêre, keyfa xwe ne, ya girîng ew e ku me bi niyetek pak karek weha kiriye bo bidestveanîna yekrêziyê.

Hevalên me yên berê di daxûyaniyekê de bersiva me dan. Bersiva wan cihê dilxweşiyê ye çûnkî pêşwazî ji biryara me kirine, lê peyv û risteyên weha têde ne ku guman jê tê kirin ku şert bin û şert nikarin bendorek baş bixe ser diyaloga me. Hekî qirar be hinek mijar ku bixwe afirînerê arîşe û nakokiyan in, berî rûniştin û diyalogê çareser bin, êdî rûniştin û diyalog manaya xwe ji dest dide. Em hêvî dikin ku weha nebe ku diyare.

Lê di demek herî zû û di rewşek munasib de rewş bo vê hevdîtin û diyalogan bihê xweşkirin û têde babeta han bikeve ber bas, da ku pêwîstiya yekrêziyê ku daxwaza PDK Îranê ye bihê desteberkirin. Em hêvî dikin ku bersiva niyazpakiya me bi niyazpakî bihê den û em bigehne encamek baş. Tekoşîna me jî bi tenê bi vê hindê nasekine. Rûniştinên me tevî tewaya aliyên din ên kurdistanî berdevam in, babetên hevpar di navbera ma de hatine destnîşan kirin û hêvî dikim ku ev rewta ku ber bi dawiyê diçe bi dawî bê, û di munasibetekê de we ji encamên wê agehdar bikin.

Li her rewşekê de me her druşmeke bingehîn hilgirtbe bê guman me du tiştên bingehîn berçav girtine, meseleya neteweyî li Kurdistana Îranê û demokrasî, lê li qonaxên cur bi cur de her carê bi awayekî hatiye formole kirin, li çarçoveya federalîzmê de, li çarçoveya otonomiyê de, lê her çawan be, merem demokrasî û mefê netewî ye. Li ser wan çemk û destewajeyan gellek caran li nav partiya me bixwe de jî behs û gengeşe hebûye, lê me kariye bi hûrbîniyek zaf ve li navbera her duyan de hewsengiyê ragirin.

Carna li nav PDKÎ de fezayê nasyonalîzmê ew qas zal bûye, ku gihaye nasyonalîzmeke berçavteng. Lê PDKÎ bi vê hewcehiya ku me bi demokrasiyê heye wek palpişt ji bo mafê netewî, bi awayekê ew yek parastiye ku nehêlaye bêreng be li hember nasyonalîzma berçavteng de.

vê demê ku îdeolojiyên cur bi cur bi Çep ve bi ser civaka me de zal bûne, û xwastiye ku meseleya neteweyî kêmreng bike, û bêje ku em hemû birayê hev in, û misilman in, û li îdeya çep de her tişt cîbicî dibe, lê PDKÎ zaniye ku bê demokrasî mafê neteweyî nayê garantîkirin, û bi bê mafê netewî jî li Îranê de demokrasî bê wate ye.

Serbarê wana ew çavnihêriya ku ji PDKÎ tê kirin, heq û di cihê xwe de ne, lê bila em jî çavnihêriya xwe ji wan ragehînin ku ew jî dibe çav li pêvajoya bûyeran û guhertinan bikin, ku rolê xelkê li rex partiyên siyasî çawaye.

Bi vî awayî hem çavnihêriya me ji wan, û hem jî çavnihêriya wan ji me, vê encamek baş hebe. Jiber ku em ji yektir cuda ninin û em hemû xortê neteweyekê ne. Û ji bo yek armancî xebatê dikin. Em tevî tewaya hêzên Îranî her li nav gotûbêjan de ne , gellek hêsan nine ku gotûbêj li gel kesên ku heyamekê dijî mafê netewî bûn , û mafê netewî wek tehlûkeyekê dihesibandin, li çend rojan de bigîje encamê. Me pêngavên baş hilgirtine, gellek daxwaz hatine qebûl kirin, lê hinek tişt mane.

Carek din ez salvegera avakirina PDKÎ partiya hezkiriye me, partiya hizkiriye xelkê Kurdistanê li we pîroz dikim, serkewtin ji bo vê partiya tekoşer e ku ew qas qurbanî daye û îza kêşaye, û ew rêberên mezin ji dest dane da ku bigîje armancên xelkê Kurdistanê.

Ez xatircem im ku neteweyek ku nexwaze ji nav here, qet ji nav naçe, neteweyek ku bixwaze mafê xwe bi dest bixe, wê rojgarekê mafê xwe bi dest bîne, renge rewş bandora xwe li warê zemanî ve li ser danê, lê li riya xwe de dernakeve. Em vê serkevtinê ji Kurdan bi giştî û Kurdên Kurdistana Îranê û PDKÎ re hêvî dikin,leşsaxî û temendirêjî ji bo we hemiyan, û serkewtin bo partiya me û neteweya me.