Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen şerefî: Hizba me birîndar dibe, lê bi çok de nahê

14:42 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2016

Deqa gotinên cîgirê sekreterê giştî yê PDKÎ di rêûresma sersaxiya şehîd Şoreş Mînberî de


Hevalê hêja Kak Mistefa sekreterê giştî, hevalên rêberiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, malbatên serbilind ên şehîdên me yên nû, mêhvanên rêzdar, xûşk û birayêm me yên kadr û pêşmerge, îro em di demekî de li vir kom bûne ku, xem û kovaneke mezin û giran û birîna kûr ya jidestdana hejmarek ji pêşmergeyên me bi ser canê me, û dilê me de qursayiyê dike, û bi vî awayî birînek din kete ser cesteyê Hizba me de, û bi şehîdketina hevalê me yê ezîz û xebatkar Kak Şoreş Mînberî, xemekî din bi xemên me ve zêde bû.

Kak Şoreş kî bû?

Bo mezinahiya şehîd Şoreş her ew qas bes e, ku em bêjin Şoreş perwerdebûyê hembêza “Niyer”ê bû, û em bêjin ku xortê şehîd, û pêşmergeyê PDKÎ bû, bêjin ku malbata serbilind ya şehîdên PDKÎ bû. Kesek li cihekî weha, di bin siya babê xwe yê pêşmerge û şehîd de, di bin siya malbatekî şehîdperwer de hatibe perwerdekirin û pê gehiştibe, her gereke Kak Şoreş jê çê be.

Jiyannameya wî amaje bi gellek tiştan dike, eva ku belav dibe tenê beşek kêm ji taybetmendiyên Kak Şoreş in, lê me hemûyan, ku navbirî ji nêzîk ve nas dikin, dizanî ku taybetmendiyên wî gellek ji vê zêdetir bûn, gellek ji vê mezintir bû, xebatkartir bû, xebatkar bi qasekî ku îsbat kir ku bi canê xwe û bi xwîna xwe Kurdistanê dixemlîne, û PDKÎ, partiya xwe, û babê xwe, û Niyerê serfiraz û serbilind dike.

Em li vir kom bûne ku vê yekê weke xemeke giran bas bikin, yan ku rastiyeke din jî bixin ber bas, eva ku xemeke qurs û giran e, cihê şik û gumanê nine, eva ku dilê me hemûyan weha bona ezîzîn me birîndar e, cihê şik û gumanê nine, di vir de rastî û heqîqetek heye, eva ku di vê rêûresmê de em kom bûne, pitir bo vê ye ku rêz û pêzanîna xwe bo wan şehîdan nîşan bidin, û rêzgirtin ji cangorîtiya wan jî tenê bi domandina rêya wan digîje encamê. Ez hêvîdar im ku di pîvana vê rêyê de, ku Hizbê li pêşiya me daniye, ev rêya ku rêbaza şehîdan û şehîdên me yên rêber e û niha li pêşiya me ye, gereke em vê rêyê derbaz bikin, û bigîjin armancê, ev armancên ku armanca şehîdên me yên rêber û hemû şehîdên Hizb û gelê me ne.

Peyama Newrozî ya PDKÎ ku li cihekî taybet û ji aliyê sekreterê giştî yê hizbê ve hate ragehandin, peyamek nebû jiber vê ku cihê wê xweş bû, jiber wê ku dema wê guncaw bû, peyamek bû ku nîşana îradeya gellekî bû, ku rêberê wê PDKÎ bû, peyama Komîteya Nawendî û rêberiya vê Hizê bû, ku sekreterê wê pêşkêş kir.

Peyamek bû li ser bingeha lêkvedanê, peyamek bû bona vê ku rê nedin dest bixin ser devê me, peyamek bû bona vê ku ew xebat û fîdakariya ku pêşmerge li çiya dike, xortên xebatkar ên netewa me li bajaran jî dikin, û herdu xebatan bi hevdu ve girê bidin, û her curekî xebatê li her cihekî ku tê meşandin li bajar û çiyayan de, bibin zincîrek ji xebata partiyeke xebatkar. Her şehîdekî me qulpeke ji vê zincîrê, ku zincîrê qurs û qahîmtir dike. Xwîna her ezîzekî me alaveke bona gihîştin bi wan armancan, û gehiştina bi wan armacan serbilindî ye bo hizbê, û di nava Hizbê de jî wan qulpan bi hevdu ve girê dide, û xebatê dimeşîne, û wan armancan bi dest dixin. Em hemû xortên vê partiyê ne, û em hemû jî amadeyî encamdana erk û rasipardeyên hizba xwe ne, ku bi me bêne spartin.

Rê zehmet û dijwar e, dijminên me wehşî û hov in. Lewra PDKÎ ew pêşbînî kiribû ku pêkvegirêdana xebata çiya û bajar nirxa xwe dixwaze, û mixabin nirxa wê jî gellek giran e. Ew nirx, can û jiyana kesên herî xweşewîst ên vê hizbê ye. Lê her vê hizbê ku dizanî nirxa wê giran e, di heman demê de, dizanî ku berhema wê jî serbilindî û serfiraziyek e ji bo PDKÎ, alahilgirê berfirehkirina xebata di Kurdistana Rojhilat de. Em dibînin ku niha ew çavnihêrî hatiye cî.

Herwek çavnihêriya nirxa wê dihate kirin, wisa çavnihêriya serbilindiya wê jî hate dîtin. Em dibînin ku di navxwe a Kurdistana Rojhilat de, çi liv û tevgerek heye. Em dibînin ku çi hestekê ser heta piyê keç û kur û hemû xelkê Kurdistanê bi xwe ve girtiye.

Em dibînin ku çi meraqkirin û amadeyî û cangorîtiyek, bona birêvebirina vê erkê, di pêvajoya vê xebatê de, di nava refên kadr û pêşmergeyan de tê dîtin. Hizbekê ku xortên bi vî rengî hebin, hizbekê ku ew kesên fîdakar hebin, hizbek ku xwediyê vê hemî dîrok û siyaseta rast û dirust û vê hemî qehremantiya pêşmergeyan be, çawa kesek dikare ku xewna nemana wê bibîne.

Em hezkirî û ezîzeke xwe ji dest didin, lê em neteweyekê serbilind dikin, û hizba me di nava neteweya Kurd de, rast li vî cihî dadinên, ku dibe li wir be, û di derbazbûyî de li wir bûye, û niha jî dibe li wir be. Ez rû li malbata şehîdê me yê nû Kak Şoreş dikim! Rû li hevjîna hevalê me yê xweşdivî, xûşka hêja ya me hemiyan dikim. Kak Şoreş ji dest me hemiyan çû. Lê ne tu, û ne jî tu yek ji me, bêkes nîninJiber ku em hemû xwediyê PDKÎ ne, û PDKÎ xwedîtiya me hemiyan dike, û bavê me hemyan e. Lewra em baş dizanin ku zaroka te ya sava, heya duh beşeke zêde ji erka xwedîkirina wê li stûyê şehîdê me yê nû bû, lê ji niha şûnda ew erk hemû dikeve ser milên te, û dibe tu jî, cihê xwe, û bavê wî, jê re tejî bikî,lê xatircem be, ku hemû hest û soza her kadr û pêşmergeyek û rêberatiya PDKÎ digel jiyana te ye, digel jiyana zaroka te û malbata te ye. Em hêvî dikin ku xemên weha rû li tu malbateke hizbî û malbata me ya mezin wate PDKÎ neke, lê şoreş û xebata me renge hewcehî bi xemên din ên bi vî rengî hebe, lê hizba me hîn bûye ku birîndar be, lê tu carî nekeve qedeman. Digel sedan astengiayan berbirû be, lê eniya wê nebe girê, û li ser piyan qurs û qahîm bisekine, û pêşvebirina xebata xwe bi erk û wezîfeya sereke ya xwe bizane, û dizane.

Cardin em li ser navê Deftera Siyasî û Komîteya Nawendî û hemû têkoşerên hizbê, sersaxiyê dibêjne xwe û malbata we ya rêzdar, û xûşka me ya hêja, û em hêvî dikin ku herçawa me barê xemên wî ên giran hilgirtiye, her bi vî rengî jî, em soza domandina rêbaza wî jî bidin.

Silametî bo we hemiyan

Riha wî şad be

Hêvî dikim ku partiya me serkevtî be, ku ew serkevtin a me hemiyan e.