Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina heyeta Komeleya Partiyên Kurdistanî di Parlemana Birîtanyayê de

19:19 - 20 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Şandek bi nûnerayetiya Komeleya Partiyên Kurdistanî ku komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yek ji endamên wê komîteyê ye, digel wezîrê dewleta Birîtanya, parlemater Tiwam Birak û cîgirê serokê parlemanê, di varê karûbarê parlemana wî welatî de, hevdîtin pêkanîn.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 18’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, şandek ji Komeleya Partiyên Kurdistanî li Parlemana Birîtanyayê, tevî çend kesayetiyên siyasî civînek lidar xistin.

Şanda Komeleya Partiyên Siyasî ên Kurdistanê, ku Silêman Muradiyan, berpirsê komîteya PDKÎ – Birîtanyayê, têde pişikdar bûn, di heyamê vê hevdîtinê de tevî Tiwan Birak ji partiya li ser deshilatdariya Lîbral Demokrat û wezîrê dewletê, bo karubarê parlemanê rûniştin kirin.

Di vê hevdîtinê de li ser êrîşên girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê bo ser Kurdistanê, halîkariya leşkerî û mirovî a welatên Ewropayî û bi xasmanî Birîtanya bo Kurdistanê, binpêkirina mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê ve û rewşa nebaş a mafê mirov piştî hatina ser karê Hesen Rûhanî, nîqaş û pêşniyar kirin.

Di dawiya vê hevdîtinê de Tiwam Birak berxwedana gelê Kurd di şer dij bi girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê de, bilind nirxand û piştewaniya hemû aliyane ya xwe bo gelê Kurd ragihand.