Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevkariya dewleta Otrîşê tevî rejîma Îslamî ya Tehranê di karesata terora Viyenê de hate mehkûmkirin

22:04 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kudistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û parta Sosyalîst a Kurdistanê, li welatê Almanê û li bajarê Şitûdgardê, meşek nerazîbûnê bi boneya 22’ê Pûşperê li dar xistin.

Roja Çarşemî berwarê 13’ê Temûza 2016’an a Zayînî, 27’mîn salvegera terora rêberê navdar yê Kurd Dr. Qasimlo, sekreterê giştî yê PDKÎ li Viyen a serbajarê Otrîşê, endam û alîgirên PDKÎ bi boneya dijatî û nîşandana nerazîbûna xwe li hmberî vê kiryara terorîstî ya rejîma Îslamî ya Îranê û herweha hevkariya dewleta Otrîşê di afirandina vê karesatê de, li ber derêya balyozxaneya Otrîşê li bajarê Ştûdgargê, meşek nerazîbûnê lidar xistin.

Di vê meşê de serbarê endam û alîgirên PDKÎ, partiya Sosyalîst ya Kurdistanê jî pişikdar bû.

Di despêkê de meşê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina pêdengiyê bi boneya rêzgirtin ji şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest bi karê xwe kir.

Piştre peyama Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq bi karesata Viyenê, bi zimanê Almanî hate xwendin.

Piştre ji aliyê endam û alîgirên PDKÎ ve, bi dehan dirûşmên curbicur li ber deriyê balyozxaneya Otrîşê hatin dayîn ku, têde kiryara terorîstî ya rejîma Îslamî ya Îranê li Viyenê hate pirotesto kirin, û piştre peyam radestî balyozxaneya Otrîşê hate kirin.