Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîna rojnameya Kurdistan tevî sekreterê nû yê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê

16:41 - 31 Tebax 2015

H: Îdrîs Stwet

Celal Rewangerd roja 10’ê Befranbar a sala 1986’an(1365) li bajarê Merîwanê hatiye dinê û di temenê 16 saliyê de bûye endamê Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistana Îranê.

Tekoşîna wî di Yekîtiya Lawan de, li karê birêveberiya komîtê ve dest pê dike û di kongireya 4’ê de berpirsatiya komîteya Nawenda 2 ya Lawan girtiye stûyê xwe û, piştre weke şêvirmendê komîteya birêveberî ya giştî hatiye hilbijartin û, di kongireya 5’ê de weke endamê birêveber yê eslî hatiye hilbijartin.

Di kongireya 6’ê de weke endamê hey’eta îcrayî ya Lawan hatiye hilbijartin û di kongireya 7’ê de jî, weke cîgirê sekreterê giştî yê Lawan hatiye hilbijartin.

Birêz Celal Rewangerd, di kongireya 8’ê de weke sekreterê giştî yê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê hate hilbijartin.

Eva deqê hevpeyvînê ye:

Pirs: Birêz Celal Rewangerd tu dikarî kurtiyek ji mijarên ku di kongireya 8’emîn a rêkxirawa we de ketin ber bas, bînî ziman?

Bersiv: Di kongireya 8’ê de beşek taybet bona rexne li derbazbûyî û herweha pêşniyar ji boy pêşerojê hatibû diyarîkirin û têde de, hejmarek piroje û pêşniyarên girîng hatin ber bas û her di yekemîn civîna desteya birêveberiya nû de, veke bernameya karê pêşerojê hatin pejirandin.

Yek ji wan xalên girîng ku di kongireya 8’ê de hat pejirandin, zêdekirina heyamê temenê endametiyê bû di rêkxirawa Lawan de û, niha temenê endamê Lawan ji 15 salî heya 35 saliyê hatiye diyarîkirn. Herweha bona girîngîdana zêdetir ji perwerdeya nûciwanan re, kongirê biryar da ku nûciwanên 13 û 14 salî weke alîgirên teşkîlatî yên Yekîtiya Lawan bên wergirtin û, her di vê çarçoveyê de jî erkê perwerdekirina wan alîgiran dikeve ser milê Yekîtiya Lawan.

Kongireyê awrûyek taybet li herdu parêzgehên Îlam û Kirmaşanê veda û mijarên weke rewşa netewên bindest yên Îranê û mijarên îroyî yên nifşa nû
li Îran û Kurdistan ê, rêwşa zarokan û erkê Yekîtiya Lawan û, herweha Îslama Siyasî û têkiliyên bi madeyên hişber jî, ji wan mijaran bûn ku kongireyê girîngiyet taybet pê re dan.

Pirs: Beşdariya lawan di birêveçûyîna bernameyên karê kongirê çava dinirxînî?

Bersiv: Hekî em bi rastbînî ve lê binêrin û tenê aliyê pozitîv ya mijaran nebînin, dikarin bêjin ku di tu kor û civîn û kongireyekê de %100 beşdaran di mijaran de beşdarî nekirine û, parek diyarîkirî boçûn û giliyên xwe hene, lê liser mijarên çarenivîs saz û pilanên Lawan, bas û gengeşeyek zaf hatin kirin û rola nûneran jî pir berçav bû û, dikarim bêjim ku piraniya wan di mijaran de pişikdarî Kirin.

Pirs: Gelo tu peywendiyek di navbera rêkxirawa Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê tevî lawên parên din ên Kurdistanê hene?

Bersiv: Di vî warî de ez dikarim bêjim ku em gellek li pêş in û di heymên salên derbazbûyî de me pêngavên micit û bi bandor avêtine.

Peywendiya me tevî lawên parên din ên Kurdistanê pir erênî ne, bitaybet rola hawalê min yê hêja Birêz Fu’ad Xakîbêygî di vê derheqê de pir binirx bûye. Bi vê hêwiyê ku em bikarin di pêşerojê de jî rolên han bigêrin û peywendiyên xwe berfirehtir bikin.

Pirs: Hûn ber bi 70 saliya tekoşîna xwe diçin, çima heya niha we tenê 8 kongire lidar xistine?

Bersiv: Qonaxên dîrokî yên Yekîtiya Lawan ku biser sê qonaxan de parve dibe, her yek li gorî rewş û dema xwe, kariye tekoşîna xwe lidar bixe.

Bo mînak di serdemê Komara Kurdistanê û avakirina Yekîtiya Lawan de, Yekîtiya Lawan erkê komkrina texa law li dewra Komarê û perwerde û hînkirina wan bi ziman û çand û kiltrûra Kurdan de û, herweha nasyarkirina wan tevî mafên wan xistiye stûyê xwe.

Di qonaxa dûhemîn û hatine serkar ya Komara Îslamî ya Îranê de, ku wî çaxî parek berçav ji lawên Kurdistana Rojhilat rû li refên pêşmergên PDKÎ dikirin lê temenê wan kêmtir ji 18 salan bû, wî çaxî binkeyên Yekîtiya Lawan cardin hatin avakirin û lawên kêmtemen li derdora xwe kom dikirin.

Lê bi giştî û di sal 1999’an (1378) de, cardin ji nûve baregehên Yekîtiya Lawan hatin avakirin û hêlên giştî û sitiratejiyek nû û, herweha bername û pêrew hatin darêtin û, ji wî çaxî pêve her du salan carekê, rêkxirawa me kongireya xwe lidar xistiye.
Pirs: Encama kongireya 8’ê ya Lawan çawa dinirxînî?

Bersiv: Ez geşbîn im û pêngavên me bona bi encamgehiştina pilan û pirojeyên kongirê û herweha hêwiyên me li gorî çavnihêriyên texa nû bi giştî û endamên rêkxirawa me bitaybetî wê bibe.

Pirs: Di dawiyê de ji boy lawan bi giştî û lawên Kurdistana Rojhilat bi taybetî we çi gotinek hene?
Bersiv: Em xwe li hember texa lawa û endamên Yekîtiya Lawan û herweha hêlên giştî yên Lawan bi eridardi zanin.

Emê hewlên xwe di rasteya xastekên texa lawan û girîngîdana bi pirsa law di her çar parên Kurdistanê bi giştî û bitaybetî Kurdistana Rojhilat bixin gerr.

Daxwazê ji tewahiya lawên Kurd û bitaybetî endamên Yekîtiya lawan dikim ku, di rasteya peşvebirina xwastekên wan, hevkarê û rênîşanderê me bin û, her weke berê ku selimandine û piştevanê xebata tevgera netewa xwe bûne, niha jî piştevanê cardin geşekirina xebata nû ya PDKÎ û Yekîtiya Lawan bin.