Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvînek a bi hilkevta 200’mîn hejmar û zêdtir ji 9 saliya Agirî

13:34 - 21 Şibat 2013

Rojnameya Agirî ji Çiriya Paşîn a sala 2003’an, şunde rojnemeyeke siyasî, çanî û giştî û zimanhalê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dest bi weşanê dike û piştî zêdetir ji 9 salan 200 hejmar jê hatine çapkirin. Lewra Agirî weke weşaneke PDK Îranê li binkeya Komîsyona Çapemeniya vê partiyê li Başûrê Kurdistanê û ji aliyê desteyek ji Pêşmergên şoreşger dest bi weşana xwe kir û niha jî her didome. Xebata 200 hejmarên Agirî bi ked, zehmet û mandîbûna wan bûye. Her wiha Agirî bi armanca meşandina erkê nasandina PDK Îranê û pêşvebirina siyasetên partiyê û xurt û berfirehkirina pêywendiyên vê partiyê û Kurdên Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Bakûra Kurdistana Îranê ku piranî Kurmancîaxiv in û her wiha bi armanca avakirina pirekê di navbera Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê bi zaravê Kurmancî dest bi xebata xwe kir.

Lewra Agirî yekemîn weşana bi Kurmanciya jor û bi tîpên latînî ye ku heya niha li Rojhilatê Kurdistanê tê weşandin.

Lewra malpera “Kurdistanmedia” bi hewce zanî ku bi hinceta 200’mîn hejmara rojnameya “Agirî” hevpeyvînê li gel kekê Mihemedsalih Qadirî yekemîn sernûser û yek ji damezrênerên rojnameya Agirî encam bide.

kurdistanmedia: 200’mîn hejmara Agirî hat weşandin, weke yekemîn sernûser û yek ji sitafên ku di hejmara yek a rojnameya Agirî de we dest bi xebata medyayî ya xwe kir, gelo armanca Agirî çibû?

Mihemedsalih Qadirî: Beriyê de derheq derçûna 200’mîn hejmara rojnameya Agirî ku temenek te jî ji ked û xebatê di meydana mediya de hebûye, bi dil û can pîrozbahiyê ji hemû xebatkar û xwendevanên Agirî dikim.

Wek eyan bû PDK Îranê piştî dehan sal ji xebat û berevanîkirin ji mafê gelê Kurd di Kurdistana Îranê de ku dîrokek pir ji destkevt û fîdakariyên mezin li hember rejîmên Paşayetî û Îslamî de bo netewa Kurd tomar kirine, lê mixabin di warê ragihandinî ve nekarîbû wan çalakî û berxwedanan, wan pîlanên dujminkariyên rejîmên Îranê bo raya Kurdên Parçên din yên kurdistanê bigehîne. Lewra ji bo nehêştina vê valatiyê me dest bi weşandina Rojnameya Agirî bi zaraveya Kurmanciya jorîn û bi tîpên Latînî kir.

kurdistanmedia: Gelo çima we peyva “Agirî” helbijart?

Mihemedsalih Qadirî: Piştî pejirandina derçûna belavokekê bi zaraveya Kurmanciya jorîn, derheq hilbijartina navê wê gengeşe hat kirin ku ew rojnameya bi çi navekê bê weşandin? Me du navên “Sîtavk û Agirî” pîşniyar kirin, ji ber ku berê jî bo heyamên cuda cuda hem ji aliyê Komîta Ararat, melbenda Bakûr a PDK Îranê, belavokek bi navê Agirî hatibû weşandin û hem navê hêzeke hemasî ji pêşmergên PDK Îranê ku Kurmancên jorîn bûn, hem jî çiyayê Agirî wek pira bi hev gehandina bakûra Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê bû û herwiha wek hêlûna şoreşa Araratê navek naskirî û berdilan bû. Lewma me ew rojname bi navê Agirî tomar kir.
kurdistanmedia: Rojnameya Agirî di sala 2003’an de dest bi weşana xwe dike û zimanhalê PDK Îranê ye. Nirxandin û nêrîna we li ser kar û xebat û xizmetên 1 heya 200’mîn hejmarên Agirî çî ye û siyaseta Agirî hemberî Kurdê Rojhelata Kurdistanê çawa bûye?

Mihemedsalih Qadirî: Di heyamê ji dayîkbûna hejmar 1 heya 200’ê ku zêdetir ji 9 salan e, agirî weke coxînek dewlemend kariye gellek xizmetên mediyayî di warên siyasî, ronakbîrî û çandî pêşkeşî xwendevanên xwe bike û arşîva rojnamevaniya Kurdî dewlemend bike. Lewma layiqê hindê ye ku bibe têza lêkolîna pisporên ragihandinê û girîngiya wê gorî dem û naverok û xizmetên wê bihê nirxandin. Ez bawer im ku Agirî bo xebatkarên PDK Îranê û Kurdistana Îranê weke xwendingehek, weke çepera şer û berevaniyê û weke serçopîkêş rola pêşengiya PDK Îranê di warê ragihandinek wilo de xiste rojevê û bûye şanazî û nasnameyek mezin hem ji bo xebatê û hem jî bo dîroka PDK Îranê û Kurdistana Îranê.

kurdistanmedia: Gelo ji yekemîn roj û haya niha bi raya we astengiyên li ser riya Agirî çi bûne?

Mihemedsalih Qadirî: Min gellek cihên din de bas kiriye ku bi berçavgirtina wê rastiyê ku kes ji me xebatkarên Agirî di warê pîşeyî ve pîşîneya karê rojnamevaniya bi zaraveya Kurdmanciya jorîn û bi rênûsa latînî nebû, herwiha kêmbûna îmkanatên fenî wisa kiribû ku rêkevtina yekemîn hejmara Agirî wek ji dayîkbûnek bi êş û jan û wek şikandina lemper û taboyek mezine piskolojîkî bû. Bi baweriya min di destpêkê heta niha ewa ku wek kêmasî di kar û îdarekirina Agirî de heye, ew ku Agirî xweser nîne, serperestiya naveroka wê bi destê kesên Kurmancînezan ya jî derveyî sîtafa xwe hatiye îdarekirin û zêdetir weke paşkoya çapemeniya PDK Îranê hatiye mêzekirin. Eva di warê pîşeyî û rêveberî ve kêmasiya herî mezin e.

kurdistanmedia: Gelo Agirî çend kariye xwe di nav refa çapemeniyên din de bibîne?

Mihemedsalih Qadirî: Wek me anî ziman serbarê wan kêmasiyên aborî û îdarî û nebûna pirsinêln hewce, dîsan jî Agirî heta qasek baş kariye di nav xwendevan û çapemeniya Kurmancî de cihê xwe bi rûmetek netewî veke û bibe nubere û xwedîka bejnek exûya di çapemeniya Kurmancî ji Rojhilatê Kurdistanê bo parçeyên din yên kurmancî axiv.

kurdistanmedia: Wek dawî pirsiyar di wan rojên dawiyê de em agehdar bûn ku Agirî bû xwediyê malperekê jî, gelo hûn wê pêngavê çawan dinirxînin?

Mihemedsalih Qadirî: Bi nerîna min pêngavek gellek hêja ye. ji ber ku di cîhana mecazî de sanahîtir û zûtir ji çapemeniya ser kaxezê, xwendevan dikarin mifahê ji zaniyariyan wergirin, nemaze bi berçavgiritina wan arîşeyên ku bo belavkirina çapemeniyan hene. Lewma hêvîdarim ev gava han bikare bi ked û xebatên hewce xizmetek mezin pêşkeşî xwendevana bike û gorî standarda malperiyê zaniyariyên rast û dirûst bo xwendevanan veguhêze.