Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvînek digel Tahir Silêman sernûserê rojnameya Dîplomat a Azerbaycanê derheq şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de

18:29 - 7 Gulan 2016

H: Selîm zencîrî

Pirs: Bingeha şer û aloziyên navbera Azerbaycan û Ermenistanê bo çi vedigere? Gelo tenê li ser Nagorno Karabaxê ye yan tiştek din?

Bersiv: Despêka belavbuna dewleta Yekîtîya Sovêtê ermenî dewa Qerebaxa Çîya kirin, Dewleta Azerbaycanê bersîv da û şer destpê kir. Ji ber despêkirina şerê Qerebaxê ermeni ji Ermenîstanê çiqas azerî û kurdê musulman hemû bi zorê derxistin.

Hineka ku.ştin, zaroka tijî borîya hesin kirin devêwî qaynax kirin, Şemoye kurd du jinê wîva kuştin û şewutandin. Wextekî kurtda hemu azerî û kurdên musulman ji Ermenîstanê derxistin. Azerî çune Azeraycanê lê nezîkî 40 hezar kurd kîjanî ku gundê azerîya va tev jîyan tikir çune Azerbaycanê, hinek 1934-salê bi destê ermenîyavan çûbûne Qazaxistanê, Qirqistanê, Ûzbekstanê çûne bal pizmamên xwe, qewmênxwe hinekjî belavî bajar û gundên Rusîyayê bun hên jî bi halê perîşan jîyanê tikin. Ji bilî Qerebaxa çiya, niha 7 parêzgehên din ku dike 20 ji sedî ya xaka Azerbaycanê, li bin kuntirola û dagîrkeriya Ermenistanê de ye û ev yek jî zû bi zû ,areser nabe.

Pirs: Gor dîrokê, Qerebax xak û erdnîgariya Kurdistana Sor e. Kurdên wir çi hat serê wan? demografiya wir çawa û li gor berjeweniya çi alî yan etnîkekê hatiye guherandin?

Bersiv: Ji qurna 6-a despêkirî li heya qurna 12-a li Kafkasîyayê dewletên kurda Sallarîyan, Revvadîyan, Şeddadîyan hebuye. Heyya çêbuna dewletên Yekitîya Sovêtê Ermenistan nebuye, ew erda xantiya Rewanê (Beri dewleta sovete qurna 19-a li Ermenistana niha ermeni pir kem bun u nave wi Xantiya Rewane bu, pistî serrê tirka qirra ermeniya kir rusan anin rewane ci war kirin u qewat dane ermeniyan, wexte dewleta Sovet çebu elam kirin komara Ermenistane) buye û li wur azerî û kurd bi hevra jîyan kirine. Wusa jî li Qerebaxa Çîya. Hê qurna 19-da ev dewletana bin bandora Rusê Çar bûne û rûs ermenîyan ji Îraqê, Iranê, Sûrîyayê, Libnanê anîn tijî Qerebaxa Çîya kirin wexta çêkirina Dewleta Azerbaycana Sovêtê bi qanûna dewleta Yektîya Sovêtê kijan komarîda çiqas netewa kêm jimar hebu hemuya ra Otonomî dan wusa jî ermenîyên Qerebaxa Çîya, wusa jî kurdên Kurdistana Sor. Li buyerên dîrokê piştî şerhildanên Kurdistana Bakur bi qirara dewleta Tirk , Fars û Sovêt Kurdistana Sor di sala 1929-hat tunekirin, peyra ji Nexçîvanê girtî Ermenîstanê û Gurcistanê kurdên musulman hatin koçber kirin.

Kurdên Azerbaycanê û Gurcistanê ra jî du rê danîn ya hûnê netewa azerî qebul bikim bimînin yan jî hune jî koçber bibin. Gellek kes bi derdê koçberîye hat nivîsar azerî û man cî û warên xweda.

Pirs: Tê gotin ku piraniya xelkê wir Ermenî ne û serxwebûnê jî dixwazin, çima rêz ji xwast û mafên wan nahê girtin û bi fermî jî nahê nasîn?

Bersiv: Qerebaxa Çîya navbera Kurdistana Sore berê û Azerbaycanê daye (orta axa Azerbaycane) û ew cî war tu wextî nebuye axa ermenîyan û ermenî qurna 19-da rus anîne li wur cî û war kirine, wexta damezirandina komara Azerbaycana Sovêtê cawa otonomi nav kirine û ermenî, azerî, kurd tev li wur jîyanê kirine, piştî şerê Qerebaxa Çîya ermeni 7- nehîyên Azerbaycanê dagir kirine, Kurdistana Sor jî dagir kirine, gellek keç û qîzen kurdan azerîyan hatine kuştin, dîl ketine û hê jî bin destên ermenîyadane.

Kurdên Kurdistana Sor bi destên ermenîyên daşnak bune penaber belavi 66-nehîyên Azerbaycanê bune, jîyana penaberîyê derbas dikin. Wekî wusabû çima ermenî otonomî nedane azerîyen û kurdên ermenîstanê?

Dibe ermeni li Zaxo otonomî bixwazin û paswexta Zaxo tevî axa Ermenîstanê bikin?

Gerebaxa Çîya jî nava axa Azerbaycanêye, navbera Qerebaxa Çîya û Ermenistanê 4-nehîyên Azerbaycanê heye. Ermenî nava axa Azerbaycanê çawa otonomî dikarin bijîn, wek naxwazin pêwîste herne Ermenîstanê.

Pirs: Ev şerê dawîn çawa dinirxînî? Gelo her dujminatiya kevn, yan destê derekî li azirandina şer de heye?

Bersiv: Dawîya hemu şerran bi hevhatin û bi ashti xelas buye. Ev şerrê Qerebaxê jî yan bi şerva wê xelas be yan jî bi ashti xeberdanava wê xellas be. Xelqê ermenî jî, xeqê azerî jî naxazin zarokên wan bên kûştin. Dewlwta Azerbaycanê Otonomîya berfire didine ermeniyan li Qerebaxa Çîya lê hine sîyasetmedarên wan qaîl nabe, lê ez bawarim ew roj wê bibe yan ermeni wê qaîlbe , yan jî temam ji axa Azerbaycanê bêne der kirin , çawa ermenî hemu azerîyan û kurdan ji Ermenistanê derxistin.

Pirs: Bi dîtina we, Karabax nebûye qada şer û polîtîkayên deverî bi taybetî sêkoçkeya Rûsiye, Îran û Tirkiyê?

Bersiv: Li dîrokê dewletên dagirker wek Amerîka, Inglîs, Fransa, Alman bona karê sîyaseta paşwexta çawa Kurdistan parçeyî pêncîya kirin û ev roj jî sîyaseta xweye qirêj dimeşînin, wusa jî Rusîya li Azerbaycanê Qerebax, li Gurcustanê Abxaziya, li Ukrayîna Denestopetopîya, nav netewa kemjimar Çêçenistan, Dagistan û yêd mayîn xayî kirine bona qada şerê qirêj ser netewan. Ji alî dinê jî pêwendî be şerê Sûriyê ve heye û gelan dikin qurbanî bona wê ku berjewendiyên xwe biparêzin

Pirs: Rola Îranê li vî şer û dubendiyê de çawa dinirxînin?

Bersiv: Îranê Ji aliyekê pêwendiyên germ ên aborî bi Ermenistanê re û ji aliyê din jî tê gotin ku Efxaniyên Îslamîst bo alîkariya Azerbaycanê dişîne û carna jî îdeaya bêalîtiyê, lê hemu gava Iran bona manfeeta xwe kar kirîye , ev roj jî wê sîyasetê dimeşîne. Ew dizane wekî azerîyên Iranê zû dereng wê dew û doza azadîya xwe ji Dewlwta Îranê biswazin û Azerbaycan jî wê pişta wan bigre. Bona wê jî Iran ruda bêjejî ez dostê azerîyame lê azadîya azerîyên Îranê perçebuna Îranêye , bona wê jî iran her tim pişkirî daye ermenîyan wê dîsa jî bide. Li hember de jî Azerbaycan piştgiriyek menewî ne siyasiyek ewqas xurt dide azeriyan, lê dîsan jî berjewendiyên her du dewletan tên parastin.

Pirs: Îsraîl û Azerbaycanê jî pêwendiyên germ ên aborî û nîzamî û zaniyarî hene. Gelo ew têkilî li ser bingeha dujminek hevpar wekî Îranê hatiye pênasekirin yan hebûna cihûyan li Azerbaycanê de?

Bersiv:Hun zanin li Azerbaycanê cihû jî jîyanê dikin û elaqetîya dewleta Azerbaycanê û Îzraîl jî başe. Ev roj zarokên cihu jî li Qerebaxê Çîya şer dike. Balyozxana Îzraîl li Azerbaycanê heye peywendîyên sîyasî û leşkirî hemberî hev başe û piştgiirî didine hev û hine tiştên sîyasî hene ku nayêne kifşê.

Pirs: baştirîn çareser ji bo vê kirîzê çi dibînin?

Bersiv: Min jorêjî got, kutasîya hemu şerran bi aştî xelas dibe, wekî nebe dewleta Azerbaycanê bi zorê ji axa xwe derîne, îdî dewletên cîhanê jî gilîyên Azerbaycanê dibên. Yan hun ermenî nav destura Azerbaycanê jîyan bikin, yan jî hûnê koçber bibin? Kutasî eve rêya cuda ne maye.

Pirs: Soviyetê siyaseta piştgiriya gelan li teorî de pêş dixist, lê li piratîk de rolek nerênî li nemana Kurdistana sor û Komara Kurdistanê de hebû, kurdên soviyetê jî hemû tera bera, sirgûn û asmîle hatin kirin, siyaseta van niha li gor kurdan bi giştî çawan e û çiqas dikarin xwe îfade bikin, yanî rewşa kurdên qefaziyayê bi giştî?

Bersiv: Ev roj dîrok şansek, mecalek daye gellê kurd, pewîste serok û reberên kurdên Cîhanê bi sîyaseta Serok Berzanîva bibin yek wekî qet nebe li Başûrê Kurdistanê, Kurdistaneke Serbixwe bê avakirin wekî paş wexta bikaribe piştgirîyê bide perçên din.

Lê gellê Kurdên Sovyêta berî sed sala zêdetire ji Kurdistanê dûr bikeve jî disa kurdîtîya xwe heya niha xwedî kirîye, ez guman im Başûrê Kurdistanê Bi serkarîya Cenabî Mesûd Barzanî bibe serbixwe û helaqetîyê sîyasî navbera wan dewletên kurd lê jîyan dikin bikin, pêşdaçûna ziman , çand , û hunerê kurd wê pêş bikeve pêşîya asîmlîyasîyonê be sekinandinê.

Li Gurcustane kurdê ezdî, li rusîya hine bajaranda kurdê ji Ermenistanê bune penaber, Çeçenistanê çecen, avar, lezgî jîyan dikin, li Dagistanê Lezgî, avar, azeri, çerkez jîyanê dikin wusajî Kazakîstane, Kirqizisatanê, Uzbekstane kurd jiyan dikin.

Li Azerbaycanê ji alîyê dewletê tu harîkarî nayê kirin wekî ziman, erf edet neyên bîr kirin. berê 287-hezar wexta 1921, niha resmi13-hezar.