Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta PDKÎ tevî çend endam parleman û kesayetiyên siyasî ên Kanada hevdîtin pêk anî

22:53 - 16 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Heyeta PDKÎ li rojavayê Kanada, tevî “Kiêd Storat” endam parleman û endamê Partiya Demokrat a nu li welatê Kanada kom bûn.

Li gor nûçeya gihiştiye malpera kurdistanmedia, roja 23.11.1394’an li ser daxwaza fermî ya nivîsîngeha “Kiêd Storat” endam parlemanê welatê Kanada, heyeta PDKÎ bi nûnerayetiya “Şehriyar Wîje” berpirsê komîte û “Îsma’l û Îbrahîmî” nûnerê PDKÎ li Kanada beşdarî di vekirina nivîsîngeha fermî ya “Kiêd Storat” de kir.

Di vê rêûresmê de heyeta PDKÎ komek basên girîn û pêwendîdar bi pirsa Kurd wek piştîvaniya Kanada li gelê Kurd li şerê dijî terorîzmê, pirsa penaberên Kurd û alîkariyên Kanada, cineyetên welatê Turkiye bi dijî Kurd, pêwendiyên Kanada tevî rejîma Îranê anîn berbas û daxwaz li “Kiêd Storat” kir ku pirsa han di parlemana Kanada bîne berbas.

Di vê derheqê de “Kiêd Storat” qewl da ku wan basan di parlemanê de bîne ber bas, û nûnerê PDKÎ jî li wan basan haydar bike.