Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek ji Parlementoya Almaniyayê pêşwazî ji şandeya PDKÎ kir

20:04 - 21 Gulan 2015

Kurdistan Meida: Mistefa Hicrî ji aliyê heyetek ji Komîsyona Bergirî û Komîsyona Derwe ya Almaniyayê ve li parlementoya wî welatî de hate pêşwazî kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja çarşemî, 20’ê gulana 2015’an, Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê PDK Îranê bi hevrêtiya nûnerê partiyê li Alman”Hîwa Behramî”, li Birlîn a serbajarê Almaniyayê de, ji aliyê heyetek ji komîsyona Berevaniya Alman (Dr. Rolf Mutsenîc, endamê komîsyonê) û (Nîs Anîn, berdevkê navnetewî yê partiya Sosya Demokrat I komîsyona siyaseta derwe ya Alman li parlemana wî welatî) û herweha çend şêvirmendên siyaseta navnetewî a wî welatî ve hatin pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de, sekreterê giştî yê PDKÎ, basek li ser rewşa siyasî a Kurdistan û Îranê pêşkeş kir û di axaftinên xwe de îşare bi vê yekê kir, çiqas ku zaf kes û alî û nemaze welatên rojavayî hêviyên xwe li ser dewleta rohanî raçandibûn, lê eyan bû ku hikûmeta Rohanî jî ne tenê hewla reforman nedaye, belkî li geek waran de rewşa welat ber bi xirabiyê ve ajotiye.

Her li vê derheqê de Hicrî da zanîn ku: zext û givaşên rejîma Îslamî li ser kurdên rojhilatê wekî berê berdewam in û fezaya Kurdistanê bi tewahî hatiye emniyetî kirin û her terse livînek dijberane, het ager ji aliyê civaka sivîl ve jî birêve biçe, bi awayê herî tund tê tepeser kirin.

Li beşek din ji axaftinên xwe de, Hicrî îşare bi siyaseta herêmî ya rejîmê kir û da zanîn: eva ku rejîmê li deverê de dike, şerê li dijî DAIŞ û terorê nine, belkî li rastî derejîm rasterast piştgiriya terorê dike. Ji ber ku rejîm mana xwe li hebûna alozî û kirîzan di deverê de dibîne, lewre jî cehda afirandina dubendî û fitneyan dide. Navhatî tekez kir ku hewce û pir girîng e ku welatên rojavayî pitir ji rejîma Îranê vekolin daku ji armancên rastîn ên rejîmê haydar bin.

Hicrî îşare bi girtina hejmarek hevwelatiyên kurd kir ku li serhildana Mehabad û Serdeştê de hatine girtin û hepsî kirin, û daxwaz ji heyeta Almanî kir ku cehd û tekoşîna xwe lid or serbest berdana wan bixin tevgerê.

Herweha Hicrî hêvî xwast ku hemû welatên rojavayî û bi taybet dewleta Alman, girîngiyek zêdetir bi pirsên navxweyî ên Îranê û bi taybet pirsa kurd û netewên din ên Îranê bidin.

Paşan Dr. Mutsenîc, endamê komîsyona Berevaniyê tevî îşarekirin bi rewşa Îranê, da zanîn ku: Em çi wek dewleta Alman û çi jî wek YE ê bi hûrî çavdêriya rewşa siyasî ya Îranê û bi taybet pirsa kurd û ya netewên din dikin.

Piştre Nîls Anên, berdevkê navnetewî Partiya Sosyal Demokrat li komîsyona siyaseta Derwe, tevî erêkirina gotinên sekreterê giştî yê partiyê, got: Kirîzên mezin û zaf li deverê de hene û egera guhertinan li rojevê de ye. Guhertinên han zû yan dereng dê Îranê jî bigrin, bi taybetî dema ku li sê beşên din ên Kurdistanê de, pirsa kurd li sê beşên din de li rojevê de ye û Îran jî nikare li vê derheqê de xemsar be.

Anên herweha rewşa mafê mirov li Îranê de bi xirab da zanîn û ragihand ku: Eva ku me ji hikûmeta rohanî çavnihêrî dikir, ne tenê bi cî nehat, belkî çend gav jî welat ber bi paşde bir.