Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Întizamî ên rejîma Îranê, du welatiyên Kurd birîndar kirin

15:14 - 6 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Seba teqeya hêzên Întizamî ên rejîma Îranê, du hevwelatiyên Kurdê bajarê Selmasê birîndar bûn.


Nûçegehaniya “Hirana” bilav kir, li rêya Zencan – Tewrêz hêzên Întizamî ên rejîma Îranê teqe ji tirombêl a van hevwelatiyên Kurd kirin û li encam de du sernişînê vê tirombêlê bi tundî birîndar bûn.
Kamiran Ewdûyî kurê Silhedîn û Sitar Ewdûyî kurê Çergez, xelkê gundê “Ketban”a ser bi şeristana Selmasê navê ev du hevwelatiyên Kurd de ku bi teqeya hêzên Întizamî ên reîma Îranê birîndar bûn.
Ev hevwelatiyê paş birîndar bûnê jibo nexweşxana Tewrêzê hatin vegohastin û bi tondî li jêr çevedêriya hêzên Întizamî de ne û tu kes nikare biçe serdana wan.
Berpirsyarên ewlehî ên rejîma Îslamî a Îranê,sebeba teqe kirinê bi van hevwelatiyên Kurd guh nedan bi fermana hêzên Întizamî ragehand.
Roja 20’ê Çileya Paşîn a 2013’an welatiyeke kurd bi navê”Îsmaîl Hacî Xidir” xelkê gundê “Hurmuzvê”a devera Serdeştê, bi teqeya hêzên Întizamî ên rejîma Îranê hat kuştin.
Ev welatiye di demekê de ku bi tirombêlê diçû bo herêma Gewirkê, teqe lê hatiye kirin.