Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Întizamî li bajarê Banê dest bi komkirina Mahwareyan kirin

14:22 - 15 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Banê hêzên Întizamiyên rejîma Îslamî a Îranê dest bi ser hejmarek ji mahwareyên hevwelatiyan de girtin.


Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, hêzên Întizamî li taxa Kemerbendiya 2 bê evê ku îzinê ji xwediyê malê bixwazin çune serbanê welatiyan û sêlên van kom kirine.
Yek ji akinciyên taxa Kemerbendiya 2’ê bi “Kurdistanmedia” ragehend, hêzên Întizamî pir caran li dema komkirina mahwaran bêhurmetiyê bi welatiyan dikin.
Ev hevwelatiye di nav axavtina xwe de got: Heya Niha çendîn caran hêzên rejîmê derkê malan jî dişkînin, an jî di demekê de dest bi komkirina mahwareyan diken ku xelk hêj di xevê de ne.
Komkirina mahwaran li Kurdistanê ji aliyê hêzên Întizamiyên rejîma Îslamî a Îranê berdewame û gelek caran paş zewt kirina mahwarên hevwelatiyan bi dana pare tên ceza kirin.