Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Întizamî yên rejîma Îranê êrişî ser Kolber û Kasibkarên nerazî ên bazarçeya Pîranê kirin

13:14 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: parek ji Kolber û Kasibkarên herêma Merîwanê kû seba pêşgirtin ji kasibîya wan ji aliyê hêzên rejîma Îranê, girev girtibûn kevtine ber êrişa hêzên Întzamî yên rejîmê.
Ligor rapora malpera Kurdistanmedia, Kolber û Kaibkarên pişkek berçav ji gundên derdûra bajarê Merîwanê ku seba zext û givaşên karbidestên bazarçeya sinûrî a “Pîran”ê dest bi grieve kiribûn, tuşî bêrêzîya hêzên rejîma Îranê bûn.
Kolberên han xelkê gundên “Nêy, Dertifê, Serdoş, Dega Şêxan û Ser Nijmar” bûn û nerazîbûna xwe li derheq zext û givaşa berpirsiyarên rejîmê bo ser xelkê akinciyên ser sinûran û pêşgirtin ji kasibiya wan anibûn ziman.
wilatiyên Kurd ên akinciyên ser sinûran ji ber nebûna derfetên kar, bi neçarî karê kasibiya ser sinûran dikin û zor caran jî bi destê hêzên rejîmê yan sir û sermayê jîyana xwe ji dest diden.