Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îslamî a Îranê hevwelatekî Kurd li Herêma Kurdistanê birîndar kir

14:02 - 15 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Artêşa rejîma komara Îslamî a Îranê serbarî derbas kirna sînorê Herêma Kurdistanê, teqe ji Şivanekî Kurd kir.


Hêzên Artêşa Îranê li “Gezaya Çarta” li Herêma Kurdistanê teqe ji Şivanekê kirin û li encam de ev hevwelatiye hat birîndar kirin.
Saman Mehmûd rêveberê ragehandina Polîsên bajarê Silêmaniyê ragehand, hêzên Artişa Îranê teqe ji du Şivanan bi navê Şemîran Celal û Helo Yasîn kiriye û li encama vê destdirêjiyê de Şemîran Celal birîndar bûye.
Her di vê pêywendiyê de malpera “Rudaw” bilav kir, heya bilav bûna vê nûçê sebeba derbas kirina sînor û teqekirina rejîma komara Îslamî a Îranê netatiye zanîn.
Çend roj berî niha hevwelatiyeke din lI Herêma Kurdistanê li deverên sînordar bi teqeya hêzên Artêşê hatibû birîndar kirin.