Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên taybet yên ewlehiya girtîgeha Recayî Şehrê a Kerecê êrîş birine ser girtiyên siyasî

21:13 - 13 Adar 2016

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehiyê yên girtîgeha Recayî Şehrê, êrîş birine ser girtiyên siyasî yên vê girtîgehê û sivikatî bi wan kirin.

Li gor rapora çalakvanên mafê mirovan li Îranê, sibêdeya roja Şemiyê 12’ê Subata 2016’an, hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê, di girtîgeha Recayî Şehrê de, êrîş kirine ser benda 12 a vê girtîgehê, û bê hurmetî bi girtiyên siyasî kirin.

Ev êrîşa ne mirovane a hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê, tûndûtîjî pey xwe re hebûye.

Herwiha hêzên ewlehiyê piştî êrîşê û sivikatîkirin bi girtiyên siyasî, çend ji wan girtiyên siyasî bo benda 10 a salona 12 a girityên siyasî a vê girtîgehê veguhaztine.

Girtiyên siyasî nerazîbûna xwe li hemberî vê êrîşa hêzên ewlekariyê yên rejîmê nîşan dan, û siloganên “Merg ber dîktator” (mirin bo dictator) ser dan.

Êrîş û sivikatîkirin bi girtiyên siyasî ji aliyê berpirsên girtîgehên rejîma Îranê ve, bi awayekî sîstimatîk di girtîgehên rejîma Îranê de têne encamdayîn.

Reporterê mafê mirov a Neteweyên Yekgirtî di roja Pêncşemiyê , 10’ê Subata 2016’an li bajarê Jinêvê de, Ehmed Şehîd gazinde li rewşa mafê mirovan bi taybetî serkuta pêkhateyên neteweyî û olî yên jêr desthilata hikûmeta Îslamî a Îranê de kir.

“Ehmed Şehîd di raporeke 22 rûpelî de, ku zêde derbarê dezgeha dadweriya jêr desthilata rêberiyê de ye, got : “Bi awayekî berdewam raporên li ser girtiyên ku di odeyên takekesî yên dirêheyam, û îşkence û destpêrenegihîştina bi parêzer digihîjne destên min”.

Her di vê derbarê de, rêxsitna mafê mirovan a Neteweyên Yekgirtî berdewam gazindeyên tund li rewşa mafê mirovan di Îrana jêr desrhilata rejîma Îslamî de kiriye, û dawxaz ji berpirsên vê rejîmê kiriye ku dawiyê bi binpêkirina mafê mirovan di wî welatî de bînin.