Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Tirkiyê serbarê kuştina jin û zarokên Kurdan, termên wan jî radest nakin

22:03 - 9 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Hêzên dewleta Tirkiyê serbarê vê ku rojane jin û zarok û pîr û ciwanên Kurdan dikin armanca gulleyên xwe, di heman demê de dest bi ser termê kuştiyên wan de jî digrin.

Li gora zanyariyan serbarê vê ku li Silopiyê de termê her sê jinên Kurd yên ku çend roj berî niha bi gulleyên hêzên taybetî ên Tirkiyê hatin kuştin, heya niha jî radest nekirine, termê du ciwanên din jî heya niha di vê sir û seqemê de, li ser kolanan maye, û radets nehatiye kirin.

Malbatên her sê jinên kuştî bi navên Sêve Demîr, Fatima Oyar û Pakîze Nayir ragehandin ku heya hêzên dewletê termê wan du ciwanên me li ser kolanan nerakin, û radestî me nekin, em naxwazin terê wan sê jinên şoreşger jî ji destên wan wergirin.

Her di vê derheqê de birayê Fatima Oyar bi navê Mes’ûd Oyar di nav meşeke nerazîbûnê de ragehand: “Gellek bajarên me hatine dorpêçkirin, û gellek kes jî hatine kuştin, û her hemû jî xûşk û birayên me ne, û tu carî em wan bi tenê nahêlin, heya ku termê wan hemiyan wernegrin”.

Endameke malbata Sêve Demîr jî ragehand: “Em bona wergirtina termê ezîzên xwe hatine vir, lê kesên din jî hene ku dixwazin termên zarokên xwe wergirin, di rewşeke bi vî rengî de vijdana me îznê nade, ku em termên xortên xwe wergirin, û herin. Herwisa îro termê keçeke 12 salî jî anîne vir, ku hêzên dewletê nahêlin malbata wê, termê wê veşêre”.

Ji aliyekî din ve roja Înê du bira bi navên Nîdar Somer 17 salî û Xalid Somer 45 salî, di demekê de ku dixwastin ji mala cîranê xwe ava vexwarinê ji xwe re bînin, li Cizîrê de, bûne armanca gulleyên hêzên taybet ên dewleta Tirkiyê, û canê xwe ji dest dan.

Li Cizîrê îro jî, du hemwelatî bi navên Teyfûr Yaşlî û Şivan Mungan bi gulleyên hêzên taybetî ên dewletê hatin kuştin.

Li şaristana Kerborana ser bi Mardînê jî, jinek bi navê Ftaime Kilîç bû armnca gulleyên hêzên taybetî ên dewletê û bi tundî birîndar bû, lê navbirî di nexweşxaneyê de bi sedema kûrbûna birîna xwe canê xwe ji dest da.

Hate zanîn ku termê her du birayan bo heyama nîv demjimêrî bi birîndarî li ser erdê mabû, lê bi sedema vê ku hêzên dewletê nehêlan ambolans bigihîjin vir, her du birayan canê xwe ji dest da.

Wekî dijkiryar di hemberî kuştina xelkê sivîl û bê berevan de, roja derbazbûyî êrîşek li dijî hêzên dewletê pêk hat, û di encamê de çar kes ji endamên hêzên taybetî ên dewleta Tirkiyê canê xwe ji dest dan.

Piştî vê bûyerê Yekîtiya Parastina Sivîlan (YPS) berpirsatiya vê êrîşê girte stûyê xwe û ragehand ku emê berdewam bin li ser tolhildanê.