Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hicrî: PDKÎ hertim bi awayeke serdemiyane di hewla perwerdekirina ciwana de bûye

12:55 - 17 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Pênçemîn semînara Teşkîlatî a Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi silongana “Ciwan, sembola xebat û berxwenanê ne” bi pişikdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Koyê bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê piştî şeşemîn kongireya xwe bi awayeke sîstematîk bo zêdetir nasîna karên rêxistinî û hayîdarbûna hamû bas û mijaran û biryar û kar û çalakiyên YCDKÎ, her 6 mehan carek semînarekî teşkîlatî bo nûnerên hemû komîteyan û desteya rêveber a giştî ya wê saziyê, lidar dixîne.

Li gor rapora peyamnêrê malpera lawan, roja Înê 14’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, semînarekî Teşkîlatî ya YCDKÎ bi armanca pêdeçûn bi kar û çalakî û organîzekirina sîstema teşkîlatî a rêxistinê, bi amadebûna Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ û Kerîm Perwîzî endamê Polîtbîroya PDKÎ û berpirsê Navenda Rêxstinên sinfî ên Demokrat ên Kurdistana Îranê û Fuad Xakîbêyîgî sekreterê giştî yê YCDKÎ, di bargeha rêveberiya YCDKÎ de bi rêve çû.

Di vê semînarê de sîstema karê teşkîlatî a saziyê bi hemûp guherînên ku bi ser de hatine û endaman li ser binemaya formên karî ên taybet bi formê çalakî, ji hev cuda dikin û di wê pêwendiyê de pirojeyên karî ên teşkîlatê tê wê saziyê hatin îlankirin.

Di destpêkê de çend deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdên riya rizgariya Kurdistanê hat ragehandin û piştre ji aliyê Areş Mihemedî ve endamê komîsyona Teşkîlatî a giştî ya YCDKÎ, pirogirama karî a semînarê bo amadebûyan şirove kir.

Bernameyên karî ên semînarê bi vî awayê bûn:

- Dawîn guherîn û helwêstên PDKÎ di wê pêwendiyê de
- Rapora serdên sekreterê giştî yê YCDKÎ bo derveyî welat
- Rapora Teşkîlatî di Kurdistan û derveyî welat de
- Rapora hemû komîsyonên YCDKÎ
- Şirovekirin û baskirin li ser porojeyên karî ên hatinî pejirandin di kogireya 7’an de
- Xistina berbas a porojeya karî û raporta çalakiyên komîteyan

Demojmêr 9’ê sibêdeya roja Înê 14’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, yekem birgeya karî a semînarê dest pêkir ku basek bû liser serhildana girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê û rola rejîma Îslamî a Îranê ku bo Mistefa Hictî sekreterê giştî yê PDKÎ hatibû terxan kirin, çend gotinek li vî warî bas li ser kir.

Mistefa Hicrî di axaftina xwe besek li ser çawanî û sedema serhildana DAÎŞ û rola rejîma Îranê di arasteya wê girûpê de şirove kir.

Herwiha Mistefa Hicrî di dirêjahiya axaftina xwe de got: Lawan bandoreke positîv bo pêşxistina tevgerê di deverê de hebûye û heye; lewma di vê qonaxê de ciwanên Kurd û bi xasmanî ciwanên demokrat bi vekolînê pêdeçûn bi guherînê bizavan û tenê bûyeran di ragehandinan de nabînin.

Di birga din a semînarê de Fuad Xakîbêyîgî di pêwendî ligel çûyîna xwe bo ya wan dawiyane bo derveyî welat axaftinek pêşkeş kir.

Piştre Celal Rewangerd baseke giştî li ser teşkîlata YCDKÎ kir û her yek ji komîsyonên pêwendîdar raportên xwe pêşkeş kirin.

Di dawiyê de baseke azad ji aliyê pişikdarên semînarê ve bi rexne û pêşniyar bo baştirkirin û birêvebirina YCDKÎ’ê semînar bi dawî hat.