Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Demokrat spas û pêzanînên xwe derheq helwesta camêrane ya xelkê Mehabadê da eyanê

18:12 - 8 Gulan 2015

Kurdistan Media: Deftera Siyasî a PDK Îranê derheq nerazîbûnên bajarê Mehabadê daxuyaniyek weşand.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Civatên xebatkare xelkê Kurdistanê!
Keç û xortên şoreşvan û welatparêz ên kurd!
Piştî belavbûna nûçeya destdirêjî kirina ser keça kurd a Mehabadî û karmenda Hotel Tara bi navê‘’Ferînaz Xusrewanî’’ ji aliyê moreyekî rejîma Îranê ve û xwe avêtina wê keçê ji qata çarem a wê hotelê ve bona parastina namûs û kerameta xwe ku bi nirxa can ji destdana wê bi dawî bû, xelkê xebatkar û biwêr ên Mehabadê êwariya roja Pêncşemî, 17’ê Banemera 1394’an a rojî (7’ê Gulana 2015’an) li xwenîşandanek çend hezar kesî û kombûna li pêşberî hotela ‘’Tara’’, nefret û bêzariya xwe ji sivikatî kirin û şikandina kesatî û kerameta mirovan ji aliyê moreyên Îtilaata Mehabadê ve nîşan dan. Ew nerazîbûna han di demekê de ye ku karbidestên rejîma Îranê gef ji malbata cangoriyê û xelkê Mehabadê xwaribûn ku ger xwenîşandan û nerazîbûnên bi vî awayî encam bidin, dê bi reaksiyon û dijkiryarên tund ên hêzên ewlekar re ber bi rû bibin. Lê xelkê qehremane Mehabadê û xwenîşanderên çavnetirs bi şevitandina hotelê û kewirbarana wê, nîşan dan ku kiryarên weha kirêt û kerametşikên ên hêzên rejîmê qebûl nakin û dê helwestên jêhatî û şoreşvanî bigrin.

Hêzên dijîgelî û Îtilaatî ên rejîmê bi armanca bilavkirina xwenîşanderan, guleyên rasterast ji xelkê reşandin û hejmarek zaf ji xelkê birîndar kirin, lê xelkê cesûr û qehreman bo parastin û berevanîkirina ji xwe, hêzên rejîmê dane ber kewiran.

Nıha rewşa bajarê Mehabadê awarte û polîsî ye û bajr bi hêzên leşkirî ve hatiye dorpêç kirin û hundirê wê jî hatiye mîlîtarîzekirin, lê serbarê vê yekê jî, meşa nerazîbûnê heya nivîsîna vê daxuyaniyê jî berdewam dike.

Civatên xelkê Kurdistanê!
Dawîn nimûneya van bêrêzî û sivikatiyan ku li Mehabadê de hat dîtin, ji mêjdem e ku weke siyaseta giştî bi awayek sîstematîk li hember keç û xortên neteweya kurd dimeşe û bêdengiya li hember de jî dê bibe sedema domkirina van cinayet û kiriyarên kirêt û dijî mirovî, lewre li vê dem û qonaxa hesas de ku xûşk û birayên we li Mehabadê de biwêrane û netirsane li hember zulm û tepeseriya hêzên dijîgelî de sekinîne, hewce ye tevî mehkûmkirina vê tawan û cinayetê, hevxemî û hevsoziya xwe bi xelkê Mehabadê re nîşan û nerazîbûna xwe ji rejîmê û piştewaniya xwe jî ji xelkê Mehabadê bidin eyanê.

Deftera Siyasî a PDK Îranê hevdem li gel pirotesto û şermezarkirina vê kiryar û reftara nemirovane û cinayetkarane ya hêzên tepeserkar ên rejîmê, sipas û pêzanînên xwe jî ji helwesta jêhatî û camêrane ya xelkê Mehabadê tîne ziman û hêviya silametî û başbûnê ji xwenîşanderên birîndar re dixwaze û li heman demê de jî, hevxemiyê li gel malbata Ferînaz Xusrewanî, goriya pîlan û hovêtiya dar û dest û moreyên rejîmê dike.

Silav ji berxwedan û helwesta qehremanane ya xelkê Mehabadê
Serbikeve yekîtî û xebata yekgirtî a civatên xelkê Kurdistanê li dijî zulm û zordariya rejîma Komara Îslamî

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
Demjimêr 22
17’ê Banemra 1394’an
7’ê Gulana 2015’an