Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizra Neteweyî Di GotaraMelayê Cizîrî de (1570-1640z)

21:22 - 20 Çirriya paşîn 2016

Xalid Cemîl Mihemed

Beşa 1


Di sedsala 16em de, ku sedsala jidayikbûna Mela Ehmedê Cizîrî bû (1570-1640z), şer û pevçûnên Osmanî û Sefewiyan li ser qada Kurdistanê dibûn. Kurdan ji ber vê yekê, ziyanên mezin dîtin. Di encamê de, hesta neteweyî li cem hin kesên kurdperwer gurr bû.

Weke karvedanekê ji Cizîrî jî, wî dest bi pesindana Mîrê Cizîrê yê serdema xwe kir, ku ew jî Mîr Şerefxanê Azîzî bû. Karvedana Cizîrî bû peyameke neteweyî. Hêvî û arezûya wî jî ew bû ku desthilateke Kurdî ya berfireh û xurt hebe, lê bi serkêşî û serokatiya Mîrê Cizîra Botan Şerefxanê Azîzî be.

Melayê Cizîrî di nav helbestên xwe de hin nîşanên hizra neteweyî peyda kirin. Lê ev hizr di helbestên Melê de, ne gelekî diyar û berçav bûn, ne jî bi şêweyekî yekser yan bi diruşm û siloganan hatine bicihkirin. Ev jî vedigere wê yekê ku bêhtir guhdana vî helbestvanî bi asta sûfîzmî hebû, lê her di nav rêzên gotara sûfîzmî de, nîşan û hêmayên guhdana wî bi hestên neteweyî hebûn. Ev nîşan û hêma hişyariya Cizîrî vediguhêzin, ku ew ji bîr û baweriyên neteweyî, ne dûr bû, lê belê wî ev bîr û bawerî bi awayekî nihên di nav derbirrîn û peyvên xwe de peyda kirin.

Ji destpêka sedsala 16em ve, mîrnişîniyên Kurdan ketin bin desthilata sultanên Tirk û şahên Farisan. Hingê, hesta olî di ser hesta neteweyî re dihate girtin. Lê ev yek nebû rêgir li ber dahênan û ristina helbestan bi Zimanê Kurdî, ku Cizîrî alaya wê hilda û pesnê xwe pê da. Ne tenê xwe ji helbestvanên Tirk û Farisan bilindtir dît, ku xwe weke mîrê peyvê binav kir, lê belê xwe di ser helbestvanên Ereban re jî girt, ku Umer Ibin Elfarid (1181z) bi nasnavê (Sultan Elaşiqîn) navdar bû, Cizîrî bi zimanê Erebî gotara xwe eşkere diyar kir ku alaya wî di ser hemû alayên dildar û evîndaran re bilindtir dibe û raz û nîşanên wî dermanên aqil û dilan in, got:
Di \'işqê Şêxê sanî me bi dil berê me\'anî me
(لذي حِجْرٍ وذي قلبٍ شفاءٌ في إشاراتي)
Di Iqlîmê suxen mîr im di şi\'rê de cehangîr im
(ويعلو موكب العشاق أعلامي وراياتي)
(706-707العقد الجوهري )

Di wê serdemê de xwendin û berhemdana bi Zimanê Kurdî yan nivîsîna li ser Kurdistanê, yan jî tenê binavkirina Kurd û Kurdistanê, ku navê Kurdistanê 4 caran di dîwana Cizîrî de hatiye, yan pesindana Mîrê Cizîrê li şûna pesindana Sultan û Şahan, dihate wê wateyê ku hesta neteweyî şîn dibû, ji ber ku ev yek, hingê ne karekî hêsan bû, bi taybetî di bin siha herdu desthilatên serdest û zordar ên Tirk û Farisan de, ku heta niha jî astengiyê li ber hizr û ramanên neteweyî dikin.

Berhem û dahênana bi Zimanê Kurdî, di sedsala 16em de, li bin siha desthilata Osmaniyan, bi xwe berevaniyek bû di ber hebûna Kurdan de, weke netewe û di ber Kurdistanê de, weke welat ji vî neteweyî re, ku Cizîrî hêvî dikir sînorên vî welatî ji hemû aliyan ve, berfireh û diyar bibin, bi awayekî ku Iqlîmê Çarem tevî li xwe bigire û têkeve bin fermandarî û desthilata Mîrê Cizîra Botan, Şerefxanê Azîzî, ku Cizîrî gelekî pê sersam bû, herwiha wî pesindana Mîr Şerefxan kire yek ji tewereyên sereke di mijara pesindanên xwe de.

Iqlîmê Çarem, ne tenê Kurdistan, lê belê Iraq û Girava Ereban li xwe digirt. Sînorê vî iqlîmî ji aliyê Hindê heta Hicaz, Şam, Nisêbîn û Xurasanê dikişe. Li cem zanayan di ser hemû parzemînên din re hate girtin, weke baştirîn kişwer, ku li gorî şarezayan, zemîn ji 7 iqlîman, wate kişwer yan parzemînan pêk tê. Iqlîmê Çarem, bi Iqlîmê Babil hate naskirin, ew jî navenda her şeş iqlîmên din bû, ku weke 6 bazneyeyan derdora vî iqlîmî digirtin. Her bi gotina wan, ew ji şeş kişwerên din jî kevintir û bi element, seqa û keşûhewaya xwe, baştir e.

Hevterîpî rewşa herdu sedsalên 16em û 17em, çirûskên hizra neteweyî ya Kurdî dest bi diyarbûnê kirin. Melayê Cizîrî di heman serdemê de dijiya û li heman navçeyên di navbera herdu imperatoriyên Osmanî (1299-1922) û Sefewî (1501–1736) de, helbestên xwe hûnandin, li wan navberên ku meydanên şer û pevçûnên giran bûn.

Cizîrî hêviya xwe bi statûyeke Kurdî xweş dikir, wiha jî dixwest ku desthilata mîrên Kurdan cîhanê tevî bigire, weke mînak pesnindana wî ji Mîr Şerefxanê Azîzî re, ku ew bi xwe dijraberî desthilata Osmaniyan bû, êdî ev pesindan bercestekirina helwesteke neteweyî bû, ji aliyê Melayê Cizîrî ve.