Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukmê sêdarê bi ser hevwelatiyek Mehabadê de hat sepandin

15:21 - 16 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Hevwelatiyek Mehabadî bi navê Mensûr Arvend bi bometa “miharibe” bi îdamê hat mehkûmkirin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mukriyan”ê, hevwelatiyek Mehabadê bi navê “Mensûr Arvend” ku pêtirî salekê ye di girtîgehê de ye, bi tometa miharibe di riya alîkarî li gel partiyek dijberî rejîma Îranê de, ji aliyê dadgeha Înqilaba Îslamî a Mehabadê ve hukmê sêdarê bi serde hat sepandin.
Çend hevbendiyên Mensûr ji nûçegihaniya Mukriyanê re gotine ku roja Pêncşemî berwar 13’ê Îlonê hukmê îdamê ji Mensûr re hat raihandin, û 20 roj dem jêre hatiye danîn ku nerazîtiya xwe li hember wî hukmê nîşan bide.
Herweha du rojan berî niha jî Kurdek din bi navî “Saman Nesîm” xelkê bajarê “Nerîwan”ê, ji aliyê dadgeha Înqilab a Mehabadê ve bi tometa endametî di saziyek dijberî rejîma Îranê hukmê sêdarê biser de hat sepandin.

20\'emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û Hevelên wî