Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî Kurd bû armanca êrîşa nejadperestekî Tirk

13:55 - 25 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Hunermendê Kurd yê bi navê Selîm Serhed di demekê de ku stranên Kurdî digotin rastî êrîşa nejadperestekî Tirk hat.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, Roja borî hunermendê Kurd ê dengxweş bi nave Selîm Serhed li ser dike û li Stenbolê de, dema ku stranên Kurdî distirîn, ji aliyê nejadperestekî Tirk ve bi derbên kêran hate kuştin.

Kuştina navbirî ku bavê sê zarokan e jî, ji aliyê hevalekî wî bi nave Onur Akay ve hate piştrastkirin.

Li gora zanyariyan ew kesê ku êrîşî ser Selîm Serhed kir, ji aliyê polîs ve hatiye girtin.