Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îadreya Îtila’ta rejîma Îranê gefan li hevwelatiyan dixwe

19:49 - 1 Adar 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku hin kesan şanoya hilbijartinên Meclisa Rejîma Îranê li bajarê Seqizê de wekî saxtekarî dane zanîn, îdareya Îtila’ata rejîmê li bajarê Seqizê de gefan li hevwelatiyan dixwe.

Li gora nûçeya ku gihaye detsên me, fermandariya bajarê Seqizê bi awayekî fermî encama şanoya hilbijartinê li bajarê Seqizê ragehand ku Muhsin Bîglerî wekî nûnerê bajarê Seqizê û Banaê bo Meclisa Rejîma Îranê hate diyarî kirin.

Navbirî di gera pêşîn de jî, nûnerê meclisê bû. Rejîmê bi awayekî berfireh alîgirî ji wî kesî kiriye, û her di destpêkê de jî, xûya bû ku navê wî ji sinduqan wê derkeve, û rejîmê bi awayekî taybetî binkeyên wî diparastin.

Herçend ku berbijêrekeî din bi navê Mihemed Selîm Zehrabî di nava 10 berbijêrên Seqizê û Banê de dengê çarem bi dest xisiye, lê zêdetirîn nerazîbûn li ser vê hilbijartinê hebûye, û ragehandiye ku saxtekariyeke yekcar zêde di van hilbijartinan de hatiye kirin.

Rejîmê ji koma dengên Seqiz û Banê 147 hezar û 654 deng ragehandine û beşa dengên Bîglerî 58.673 deng bûne.

Li gora zanyariyan û li gora gotina şarezayên herêmê, saxtekarî bi awayekî berfireh hatiye kirin. Jiber ku xelkê Seqizê gellek kêm di dengdanê de beşdarî kirine.

Herwisa Îdareya Îtila’ata rejîmê li hola civîna fermandariyê gellek bi tundî û bi eşkere gef li Mihemed Selîm Zehrabî kiriye, ku êdî bas ji saxtekariyan neke. Niha rewşa bajar bi tewahî aloz e, û li çendîn cihên bajar alîgirên Bîglerî û Zeharabî digel hev tûşî kêşeyan bûne.

Li gora wan nûçeyên ku ji Seqizê ve digihîjin destên me, niha rewşa bajar bi tewahî aloz e, û wekî binkeyeke leşkerî lê hatiye, û li her cihî hêzên rejîmê têne dîtin, û civîna zêdetir ji sê kesî qedexe ye, û hemû ew riyên ku digihîjin fermandariya Seqizê, û gellek cihên din yên nav bajar bi kamerayên veşartî, têne çavdêrîkirin.