Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îmad Ehmed pêşwazî ji Mistefa Hic

19:57 - 12 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Di hevdîtina du heyetên PDKÎ û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dawîn guherînên deverê û Kurdistanê û Îranê hat baskirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ, ji aliyê heyeteke hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi serperestiya Îmad Ehmed cêgirê serokwezîrê Kurdistanê hate pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de Mistefa Hicrî basek li ser rewşa Îranê bi giştî û bi taybetî paşî hatine serkar a Hesen Rûhanî serkomarê nû yê Îranê kir. Derheq lihevhatina Jinêvê navbirî got: “Rejîma Îslamî ya Îranê, bi naçari lihevhatina tevî welatên 5 + 1 pejirand, lê berevajî sazana rejîmê tevî derve, dijayetiya digel xelkê Îranê û bi taybetî netewên din yên Îranê tundûtîjtir bûye, û rewşa ewlehiyê diji xelkê Îranê herwa dom dike û pitir jî bûye.

Sekreterê giştî yê PDKÎ di vê hevdîtinê bas ji bidarvekirina girtiyên siyasî û bi taybetî zîndaniyên Kurd û xortên gelên din ên Îrana li jêr zulm û givaşa rejîma Îranê û pitirbûna destbiserkirinê di Îranê de kir.

Îmad Ehmed di vê rûniştinê de hêvî xwast ku pirsa Kurd ji rêya diyalog û danstandinan ve bihê çareserkirin.