Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji aliyê rejîma Îranê ve pêşiya birêveçûna festîvala Kurdên Xurasanê hate girtin

20:10 - 5 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Ji aliyê rejîma Îranê ve pêşiya birêveçûna festîvaleke Kurdên Xurasanê hate girtin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia: Festîvala Pîranî ya “Çengî” ku hemû salekê di bajarê Qûçanê de li Bakura Xurasanê bi rê ve diçû, û di vê festîvalê de hunermendên Kurd ên vê herêmê û bi taybetî kesayetiyên naskirî ên di warê muzîka kevn ya vê herêmê tê de beşdar dibûn, îsal pêşî jê hatiye girtin, û îzna birêveçûnê pê nahê dan.

Li gora zanyariyan îsal di roja birêveçûna festîvalê de, ji aliyê Îdareya Îtila’ata rejîmê û fermandariya bajarê Qûçanê ve îzna birêveçûnê pê nehatiye dayîn, û eva jî di demekê de ye, ku têçûneke zaf bo vê festîvalê ji aliyê Kurdên vê herêmê ve hatiye mezaxtin.

Di vê festîvalê de ku salane bi rê ve diçû, rêz ji hunermendên mezin ên koçkirî yên wekî Îsma’îl Sertaczade û Hac Silêman Qurbanî dihate girtin, û hunermendên vê herêmê tê de beşdar dibûn.