Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jineka pêgiran bi destê mêrê xwe hat kuştin

15:12 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Jineka bi hemil li bajarê Pîranşehrê bi destê mêrê xwe bi lêdana “kêr” can da.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, jineka bi navê “Sinuber” xelkê bajarê Şino, ji aliyê hevserê xwe bi navê “Rehman. M” bi lêdana çeqo jiyana xwe ji dest da.
Sinuber heyanê 2 salan berî niha tevî Rehman jiyana hevjînî pêk anînîn û li bajarê Pîranşerê dijiyan, roja 9’ê Tîrmeha 2013’an ew jina bi destê mêrê xwe hat kuştin.
Bi gotina kesên hayîdar ew kesî bi awayekî dirindane li şevê de ew jina daye ber kêran û Sinuber û zaroka saveyê nav zikê wê jinê de kuştiye.
Kesên hayîdar li vê bûyerê bi malpera Kurdistanmedia ragihandin, Rehman li bajarê Pîranşehr û Şino mêjûlê kirîn û firotina madeyên hişber bû û çendîn caran jî tevî jina xwe li ser vê meselê tûşî astengiyan bûn.
Welatiyê han got: “Sinuber” heyamê du salan berî niha seba bêrêzîkirina bavê xwe û givaşên ser wê ji aliyê malbata wê, bi naçarî çûye Pîranşerê û jiwir li gel Rehman aşina bûye.
A niha rehman li bajarê Pîranşehrê reviyaye û bi gotina kesên hayîdar hilatiye derveyî Îranê.
Her piştî vê bûyerê birayê Rehman malbata “Sinuber”ê li bajarê Şinoyê hayîdar dike, lê bavê wê jinî seba evê ku bixwe jî bo bilavkirina medeyên hişber dest hebûye û hevkarê Rehman bûye û tu dijkiryarek nîşan nedaye.

Navê malbata “Sinuber” ji aliyê malpera Kurdistanmedia ve hatiye parastin.