Kurdistanmedia: Sê pirtûkên cuda, li ser fîlm û berhemên sînemayî ên sînemakarê binav û deng ê Kurd Behmen Qubadî, bi zimanê Turkî û li welatê Turkiyê hatin çap û belav bûn.
Li gor nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia: Pirtûka yekemîn a bi navê “Kûsel jî dikarin bifirin” (Kaplumbağalar da Uçar) e, ku bas ji sêhemîn fîlma Kurdî ya Behmen Qubadî dike.
Pirtûka duyemîn a bi navê “Sînemaya Kurdî” (Kurt Sinemasi) ye ku, tekezê li ser sînemaya Kurdî dike û, bi giştî pirtûka dûyemîn bas ji tewahiya fîlmên Behmen Qubadî dike.
Di pirtûka dûyemîn de ye ku bo cara yekmîn bas ji gotûbêja Behmen Qubadî tevî sînemakarê navdar ê Îtalî “Bernardo Bertolucci” dike û, tê de navbirî dibêje ku sînemaya Kurdî bi fîlma “Demek ji boy mestiya hespan” a Behmen Qubadî dest pê dike, û bi giştî pêla sînemaya Kurdî li Kurdistana Rojhilat, bi fîlmên sînemakarê xwedî ezmûn Behmen Qubadî serî hildide.
Pirtûka sêyemîn jî bi navê “Perdeya Reş û Spî” (Kara Perde) ye ku, derheq bi fîlma “Demsala kergedenan” wate pêncemîn berhema Behmen Qubadî hatiye nivîsandin û, ji aliyê nawenda “Sînema Ayrêntî” (Sinema Ayrinti) ve hatiye çap û belavkirin.