Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kê bas ji birêveberiyê (mudîriyetê) dike!

15:14 - 11 Çirriya pêşîn 2015

Arêf Vêlzî

Roja cejna Qurbana îsal, berwarê 24’ê “Îlon a 2015’an (02.07.1394), li yek ji kolanên bajarê “Mina” ya Erebistana Si’ûdî de, heşîmeta zaf a heciyan, di dema çûyîn bo rêûresma “Recma Şeytan” de, rastî qerebalixî û bin pê ketinê hatin û di encam de, 1300 kes ji wan kesan ku bona bicihanîna ferîzeya Hecê, ji welatên curbicur ên cîhanê ve rû li Erebistana Si’ûdî û bajarê Minayê kiribûn, di bin dest û piyên xelkê de canê xwe ji dest dan û 1000 kes jî birîndar ketin.

Di gotina herî dawî ya karbidestên Komara Îslamî di vê derheqê de, Elî Efşar Ehmedî, serokê giştî yê heyva sor a Îranê ragehand ku, di navbera kuştî û birîndarên vê bûyerê de, 228 heciyên Îranî canê xwe ji dest dane û 28 jî birîndar in û, li gorî lêkolînan jî 246 kes jî, heya niha winda ne û ji çarenivîsa wan tu nûçeyek di dest de nine. Eva di demekê de ye ku karbidestên Si’ûdiyayê jî li hember vê îdî’aya Komara Îslamî de bêdeng neman û ragehandin ku, Komara Îslamî mozayêdeya siyasî dike û tu keseke Îranî di vê navberê de winda nebûye û, tenanet tu kesek bi wan nav û zaniyariyên ku Komara Îslamî bas jê dike, bi awayekî fermî nehatiye nava axa Si’ûdiyayê de.

Her piştî vê bûyerê, karbidestên Si’ûdiyayê her weke bûyera çend rojên berê a “Mescid El-Heram”ê, ku tê de cerseqîlek kete xwar û di encam de pitir ji 200 heciyan canê xwe ji dest da, ragehandin ku lêjneya lêkolînê bona peydakirina sedema vê bûyerê hatiye pêk anîn.

Herçend roja bûyerê, şahidhal û berpirsên ewlehî ên bajarê Minayê û tenanet hinek ji berpirsyarên Îranî ên têkilîdar bi karûbarên heciyan ku bi xwe di bûyerê de bûne, sedema sereke ya qewimîna vê bûyerê vedi

gerînin bo vê yekê ku, 300 heciyên Îranî bê liberçavgirtina rênimayî û hişdariyên dezgehên ewlehî û polîsê bajar, ji konên xwe derketine û di yek ji kolanên herî qerebalix de, berevajî heşîmeta zaf ya xelkê ser wê kolanê, ber bi cihê rêûresma “Recma Şeytan” ketine rê.

Bûyera Minayê karbidestên Îranê anîn ser xet û bi wayekî pan û berîn ketine axavtin û gotinan li dijî deshilatdarên Si’ûdiyayê û, li serveyî hemûyan rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî bû ku karbidestên Si’ûdiyayê bi “Mudîriyeta Xelet” wate birêveberiya ne dirust û “Êqdamên Naşayist” wate kiryarên ne şirîn tawanbar kir.

Herweha Hesen Rûhanî jî di daxûyaniyekê de ragehand ku, gerek welatê Si’ûdiyayê serbarê qebûlkirina berpirsatiya vê bûyerê, erkên xwe yên yasayî û Îslamî bi cih bigehîne.

Niha di van çend dêran de merem ev e ku, gelo çima û bi çi armancekê, û herweha çima tenê karbidestên Komara Îslamî bas ji birêveberiya nedirûst û kiryarên neşirîn li welatê Si’ûdiyayê dikin? Gelo weke vê ku deshilatdarên Si’ûdiyayê amaje pê dikin, Xamineyî û Rûhanî tenê dixwazin mifaha siyasî ji vê bûyerê wergirin? Yan jî dixwazin bi wan gotinên xwe bi rêveberiya nedirûst û kiryarên qirêj û neşirîn ên xwe di hundir Îranê de veşêrin?

Xamineyî û Rûhanî dixwazin vê rastiyê ji çavên cîhanê veşêrin ku, tenê di

sala 1393’an de, nêzîk bi 50 hezar
ji xelkê Îranê di bûyerên hatin û çûyîn û tirafîkê de canê xwe ji dest dane. Dixwazin vê yekê veşêrin ku serhejmêriya rêxistina cîhanî ya “UNSCO” yê nîşan dide ku rêjeya goriyên hatin û çûyina di rêûbanên Îranê de 20 hemberî welatên din ên cîhanê ye.

Dixwazin rapora rêxistina “WHO” veşêrin ku diselimîne welatê Îranê di rêzbenda 180 welatên cîhanê de, di pileya 177’ê de ye û, hemû evana jî vedigerin bo nebûna birêveberiya dirust û serdemiyane bo rêûbanên Îranê.

Nexwe çawan bû ku pitir ji milyoneke mirovan di şerê malwêranker a di navbera Îran û Îraqê de hetine kuştin, lê kesê basê nebûna birêveberiya dirust û nedirust û yan jî kiryarên neşirîn nekir?

Çima di dehika 60’an de û dema rojane biryara bidarvekirina bi kom, bi ser sedan û bigire bi hezaran xortên netewên Îranê de û bi tawana cudabîriyê, li girtîgehên Îranê dihatin sepandin û cîbicîkirin, tu basekê ji
birêveberiya dirust û nedirus û yan jî kiryarên neşirîn nedikir? Çima niha ku di rojê û heyvê û salê de, bi dehan û sedan û bigire bi hezaran kes bi sedema bikaranîna madeyên hişber û Îdz û birçîtî û lehî û erdhej û ...hwd, di Îranê de canê xwe ji dest didin, tu kes basê ji birêveberiya nedirust û dirust û yan jî kiryarên neşirîn nake?

Bê guman pirsyarên han û bi dehan pirsyarên din, vê rastiyê diselimînin ku, armanca sereke ya Xamineyî û Rûhanî û hevhizrên wan, ji aliyekî tolsitandin e ji deshilatdarên Si’ûdiyayê derheq bi şer û aloziyên Rojhilata Navîn û hevkêşeyê herêmî û li serweyî hemûyan Sûriye û Yemenê, û ji aliyê din ve pêngavek e armancdarane ye bona vê yekê ku bikarin ji vê rêy ve, bi sedan cur birêveberiyên ne baş û ne dirust û kiryarên xwe ên netenê ne şirîn, belkî hovane û cînayetkarane, ku rojane dibe sedema jidestdana canê bi sedan kesî di Îranê de, perdepoş û bêdeng bikin, bê xeber ji vê yekê ku kakil û naveroka vê rejîma dirinde bo hemû cîhanê zelal û eşkere ye û nahê veşartin.