Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kebûdwend di daxuyaniyekê de terorkirina Dr. Qasimlo bi destê Komara Îslamî mehkûm kir

17:15 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Mihemedsidîq Kebûdwend di daxuyaniyekê de terorkirina çalakvanên siyasî û rêberên opozîsyona rejîma Îranê û bi xasmanî rêberê gelê Kurd Dr. Qasimlo mehkûm kir.
Nosxeyek ji vî daxuyaniyê bi destê malpera Kurdistanmedia geştiye.

Deqê daxuyaniyê:
Tepeserkirina xelkê û tundûtîjî û teror mehkûm e

Tûndûtîjî, şer û teror di çend dehikên derbazbûyî de, zêdetir ji her demekê bi ser xelk, çalakên siyasî û civaka Kurdî de hatiye sepandin û bona tepeserkirinê mifah jê hatiye wergirtin. Bi awayek eşkere tewahiya hewlên aştîxwazane û tevgerên siyasî û medenî ên Kurd, bi şer û pevçûn û terorê hatine bersivdan. Her weke me dît heyeta danûstandinê a nûneratiya Kurd di salên despêka şoreşê de ku, armanca wan xwastek û daxwazên gelê kurd bû, bi êrîşa bo ser Kurdistanê û sepandina şer hat bersivdan û di encama wî şerî de jî bi dehan hezar Kurd hatin kuştin û çend dehik tepeserkirin, tundûtîjiyên siyasî û ewlehî bû para Kurdan.
Di heman demê de hewlên hindek kesatiyên siyasî û mesebî û netewî ên Kurd bona ragirtina şer û tepeserkirina xelkê û çêkirina fezayek siyasî bona derbazbûn ji wê kirîzê, ne tenê tu destkevtek nebû, belkî çalakên vî warî xwe kirin qurbanî û hatin tepeserkirin. Girtina çalakên siyasî ên Kurd li navxwe û terora rêberên opozisyonê, bo mînak Dr. Qasimlo di dema gotûbêj tevî Komara Îslamî a Îranê, cihê helwêst û nirxandinê ye.
Dr. Qasimlo bi bawirmendî bi rêçareya siyasî û şêwaza aştîxwazane û bi armanca çareseriya pirsa Kurd çû nav piroseya gotûbêjê, lê li hember rastî û dirustî û niyetpakiya Kurdan û lojîka gotûbêj û dîplomasiyê, tunûtîjî rêya çareseriyê bû ku li 22’ê Pûşpera sala 1368’an (1989) de hat bersivdan . Derheq serkutên medenî de jî em dikarîn qala serkutên Pûşpera sala 1384’an (2005) a xelkê Kurdistanê bikin ku ji aliyê polîs û hêzên ewlehî ve bi tundtirîn şêweyan hatin tepeserkirin.
Tewahiya tevgerên medenî û aştîxwazane ên gelê Kurd, partiyên siyasî û civaka medenî di heyamê sî salên derbazbûyî de bi tundûtîjî hatine bersivdan. Xelkê kurd gellek talî û nexweşî li ser gotûbêj û danûstandinê dîtine û di rastî de bûne goriyê destê gotûbêjan. Lewra vîjdana civaka Kurdî û civaka medenî teror û sepandina şer û tundûtîjiyê bi ser xelkê de û terora çalakên siyasî û rêberên opozisyonê red, û hevdem mehkûm dike.

Mihemedsidîq Kebûdwend
Girtîgeha Êvînê